AKP’ê ji bo ÎHH ya ku piştgiriyê dide çeteyan, destur rakir!
AKP’ê ji bo ÎHH ya ku piştgiriyê dide çeteyan, destur rakir!
AKP’ê ji bo ÎHH ya ku piştgiriyê dide çeteyan, destur rakir!
Li gorî axaftinên kesên ji pevçûnên Rojava reviyane an jî hatine girtin, li gorî belgeyên hatine bidestxistin û her wiha di dîmenan de aşkera ku hikûmeta AKP’ê piştgiriya xurekê, çekan û şervanan dide El Nusra û Dewletî Îslamî ya Iraq-Şamê. Hikûmeta AKP’ê raye da Weqfa Alîkariya Mirovan a Huriyet û Mafê Mirovan (ÎHH) ku bê destur alîkariyan berhev bike. Du meh berê jî ji xwendekarên dibistana Navîn ji bo ku alîkarî bên berhevkirin, nivîsek ji Walitiyê re hat şandin û hatibû xwestin ku alîkariyê bidin vê weqfê.
Weqfa ÎHH’ê ku ji bo alîkariyê bide çeteyên li Rojava li dijî kurdan şer dikin yên wekê El Nusra û Dewletî Îslamî ya Iraq-Şamê, ji wezareta Karê Hundir statuya ku dikare bê destûr alîkariyê berhev bike, girt. Berê jî destûr dabûn komeleyên ku tevli nelêrêtiyê bibûn yên wekê ‘Denîz Fenerî’ û ‘Kîmsey Yokmu.’
Li gorî agahiya ku li ser malpera înternetê ya fermî ya Wezareta Karê Hundir, ji bo komeleyên wekê Komeleya Xilaskirin û Rizgarkirinê, Komeleya Komîteya Netewî ya Tirkiyeyê ya Fona Alîkariyê ya Zarona a NY’ê, Komeleya Çand û Tendursitiyê ya Perwerdehiyê, Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê, LOSEV,TEMA, Komeleya Perwerdehiya Tirk, Weqfa Dildarên Perwerdehiya Tirk, Weqfa Perwerdehiya Tirk, Weqfa Mehmetçîk a TSK’ê, Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê, Komeleya Nexweşiyên Lemlateyan a Tirkiyeyê, Komeleya Heyfa Sor, Komeleya Felcan, Cemiyeta Keskan, Weqfa Parastina Zarokên Astendar, Denîz Fenerî, Kîmse Yokmu, bo alîkariyê berhev bikin destur rakiriye.
ÎHH jî dê êdî vê çarçoveyê de yanî bê destur alîkariyan berhev bike.
WEZARETÊ BO JI XWENDEKARAN ALÎKARÎ BÊ BERHEVKIRIN DESTUR DABÛ
Bi îmzeya cigirê Musteşarê Wezareta Perwerdehiya Netewî re di 19’ê Tebaxa 2013’an de ji hemû walitiyan re nivîs hat şandin û hatibû xwestin ku ji bo ÎHH ji saziyên dibistana navîn alîkariyê berhev bike, ji Walitiya alîkarî xwestibû. Di nivîsa ku hatibû şandin de, hatibû diyar kirin ku bi projeya ‘xwiş û birayên yetîm yên her polekî hene’ ji bo zarokên Tirkiyeyê û Cîhanê alîkarî bê berhevkirin. Her wiha hatibû diyar kirin ku ÎHH’a ji roja ku hatiye avakirin heta niha ji bo welatiyên mexdurên afet, şer û xizanan alîkariyê berhev dikin. Di berdewamiya nivîsê de hat gotin ku divê di nava xwendekaran hestên alîkariyê zêde bibe û têkiliyê xwişk û biratiyê jî pêşve biçin û her wiha ev tişt cih girtibûn:
"Lê belê, di mijara bicihanîna vê projeyê li saziyên hîndekariya navîn de, agahî tên ku dudilî tê jiyîn. Ji ber vê yekê, ji bo alîkariya pêwîst a li ser bingeha dilxwaziyê ji saziyên hîndekariya navîn ên li bajarê we bên dayîn, ji Walîtiya we rica dikim ku vê mijarê binirxîne."
Weqf û komeleyên bi navê Denîz Fenerî, Kîmse Yokmû Dernegî û ÎHH, ku weke "saziyên ji bo xêra gelemperiyê dixebitin" tên binavkirin, ji bo komkirina alîkariyê pêwistiyê bi destûrê nabînin û li Tirkiyê ji SODES û li derveyî welat jî ji rêxistinên civakî û hikûmetan, di projeyên amade kirine de bi hêsanî alîkariya bexşê distînin.
KOMELEYÊN LI DERVEYÎ DESTÛRÊ, JI KARÊN NE LI RÊ CEZA XWARIN
Der heqê komeleya Denîz Fenerî de, bi sedema ku di mijara alîkariyên li Elmanya û Tirkiyê berhev kirine de karên ne li rê kiriye, gelek doz hatibû vekirin û hatibû mehkûmkirin. Doz li komeleya Denîz Fenerî e.V a li Elmanyayê hatibû vekirin ku 41 mîlyon Euro pereyê ji bo xizanan ji gel berhev kiribû, ji bo karên ne li rê bikar anîbû û di dozê de rêveberên komeleyê hatibûn mehkûmkirin.
Di doza Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Frakfûrtê de, di encama darizandina sala 2008'an de ji ber sûcên sexterî û qezenca neheqî, li rêveberên komeleyê Mehmet 5 sal û 10 meh, Mehmet Taşkan 2 sal û 9 meh û Fîrdevsî Ermîş jî salek û 10 meh ceza hat dayîn. Dadgehê, rewşa ragirtinê ya Mehmet Taşkan û Fîrdevsî Ermîş li ber çavan girt û cezayên wan ên mayî paşve xist. Dadgehê li ser navê gelemperiyê dest danîbû ser malên komeleyê û biryar dabû rêvebirina malên komeleyê radestî qeyûm bê kirin.
Dozgera dozê Kerstîn Lotz dabû xuyakirin ku kiryarên rastî yên dozê li Tirkiyê ne û divê ew werin cezakirin.
Di encama darizandinê de biryar hatibû dayîn ku ji alîkariyên li Elmanyayê hatin komkirin 17 mîlyon Euro ji Tirkiyê re hatiye şandin, ji vê 8 mîlyon Euro çûye ji Komeleya Denîz Fenerî, lê aqûbeta pereyê mayî nayê zanîn.
Bi heman rengî di doza 2'ê Nîsana 2009'an a li 12. Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê de, bi sedema ku di îhaleyên serjêkirina bexşa qurbanan de karên ne li rê hatiye kirin, li Mudurê Giştî yê berê yê Weqfa Mehmetçîk Salîh Guloglû û Serokê LOSEV'ê Ustun Ezer, ku saziyên wan di statuya "komeleyên li derveyî neçariya destûrê" ne 5 sal û li Serokê Giştî Denîz Fenerî Mehmet Cengîz 2 sal û 6 meh cezayê girtinê hatibû dayîn.