AKP'ê ji bo Elbakê namzet nedît

AKP'ê ji bo Elbakê namzet nedît

Li Wanê, ji bo hilbijartinên herêmî yên 2014'an AKP'ê lîsteya bernamzetên xwe aşkera kir. Ji bo navçeya Elbakê ku BDP lê gelekî bi hêz e, AKP'ê heta niha navê ti bernamzetan aşkera nekiriye.

Di hilbijartinên herêmî yên Adara 2014'an de yek ji bajarên ku Serokwezîrê Tirk Erdogan dixwaze qezenç bike Wan e.

Li dû mîtîngên temirî yên Erdogan ên beriya sê hefteyan li Wanê kir, AKP di xebatên diyarkirina namzetan de jî zor û zehmetiyan dikşîne. AKP'ê ku hefteya bihurî bernamzetên wê yên navçeya Artemêtanê bi kursiyan bi hev ketin, ji bo Elbakê namzet nabîne.

Serlêdana bernamzetiyê ya AKP'ê bi dawî bû. Ji bo Şaredariyê 79 kesan serî li AKP'ê da. Serlêdanên ji bo AKP'ê herî zêde li Erdîşê bi 17 serlêdanan pêk hat. Lê ji bo navçeya Elbakê kesî serî li AKP'ê neda.