AKP’ê ji bo Colemêrgê jî îtiraz kir
AKP a ku encamên wê ne mimkûne ku bê guhertin ji bo Colemêrgê ya ku dengê HDP’ê 8 hezar û 555 dengan li pêşe, ji bo hezar û 127 dengên hatibûn betalkirin serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê da.
AKP a ku encamên wê ne mimkûne ku bê guhertin ji bo Colemêrgê ya ku dengê HDP’ê 8 hezar û 555 dengan li pêşe, ji bo hezar û 127 dengên hatibûn betalkirin serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê da.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê li ser îtirazên AKP’ê yên ji encamên Colemêrgê daxuyaniyek da. Hevşaredarên Colemêrgê Seher Kadîroglû Ateş û Cîhan Karaman li gel rêveberên DBP û HDP’ê û encamên meclîsê tevlî civîna daxuyaniya çapemeniyê ya li Şaredariya Colemêrgê hate dayîn bûn.
Hevserokê HDP’ê yê bajar Sîpan Tûran got: “AKP ji bo hezar û 217 dengên hatibûn betalkirin serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê daye. 8 hezar û 555 dengên me yên li pêş e, AKP ji bo hezar û 217 dengên hatibûn betalkirin îtirazkiriye. Ev hezar û 217 deng ji bo AKP’ê jî biçe wê encamê nede guhertin.”