AKP’ê HSYK bi ‘korsanê’ tewanbar kir
AKP’ê HSYK bi ‘korsanê’ tewanbar kir
AKP’ê HSYK bi ‘korsanê’ tewanbar kir
Partiya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan AKP’e ji bo belavoka ku îro Kurula Bilind a Dozger û Hakiman (HSYK) weşandî “korsan” got.
Alikarê Serokê Giştî yê AKP’ê Mustafa Şentop wiha got: “Tenê 13 endaman belavoka korsan weşandin. Di berê de li ser navê leşkeran belavok dihate weşandin niha jî HSYK di weşîne. Ji bo bi dest xistina encama siyasî hêza dozgerî û hakîmtiyê em derbaz nekîn.”
HSYK’ê ku îro di belavoka weşandî de bal kişande ser bê alitî û serxwebona dodgehê û diyar kir ku pêwiste dezgahên rêveberiyê hemû di karên xwe de li pêş zagonê li gorî rêgeza wekheviyê tevbigerin. HSYK’ê ku ji giliyên di derbarê wan de nerehet bûn.
HSKY’ê ku got : “Di rewşa çalekiyên li dijî huquqê û xebatên li dervey huquqê kirin weke hemû kesî mafekî huquqê yê ku ji aliyê dadgehê ve bê kontrol kirin.”
Li gorî Radîkal’ê wê ev daxuyanî di serê hefteyê de hatiba kirin lê Wezareta Dadê li dijî derketin. Belavoka ku Mûsteşarê Wezaretê li dijî derketî tê îdia kirin ku ji 21 endamên HSYK’ê 17W’an piştgirî kiriye.