AKP'ê bi destê qeyûman êrîşî jinên Kurd kir

AKP'ê bi rêya qeyûman êrîş bir ser destketî û hebûna jinên Kurd. Li gel girtina saziyên jinên Kurd her wiha navendên jinan jî kirin daîreyên zewicandinê.

ÊRÎŞA LI DIJÎ JINAN A BI DESTÊ QEYÛMAN

Di dema AKP'ê de zexta li dijî Kurdan û binpêkirina mafên mirovan bênavber dewam kirin. AKP berevajî daxuyaniyên xwe yên li ser azadiya ji bo Kurdî, di nava 22 salên desthilatdariya wê de zextên li ser çand û zimanê Kurdan kêm nebûn.

Desthilatdariya AKP'ê bi taybetî êrîş bir ser çand û zimanê Kurdan, polîtîkayên asîmîlasyonê û pêkanînên muhendîsiya civakê ya ji Îttîhat Terakkî wergirtî, dewam kir. Tîpên X, Q, û W ên di alfabeya Kurdî de qedexe kir, Kurdî bi israr weke 'zimanê nayê zanîn' pênase kir, gava herî mezin a asîmîlasyonê di hilbijartinên xwecihî de li şaredariyên ku ketin destê Kurdan, bi rêya qeyûman avêt.

Desthilatdariya AKP'ê girîngiya asîmîlekirina jinê ji xwe re kir nexeşrêyek û polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên di salên damezrandina komarê de li hemberî jinên Kurd hatin meşandin, bi taybetî di dema qeyûman de bi heman rengî dewam kir. AKP'ê bi taybetî zext li jinan û saziyên jinan ên li şaredariyên Kurdistanê kir. Saziyên jinan ên ku perwerdeya zimanê dayikê didan zarokan girtin.

Li gorî daneyên HDP'ê çend ji zextên bi destê qeyûman li dijî saziyên jinan hatine kirin bi vî rengî ne:

'Qerta Xurekê' ya ku Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi armanca alîkariyê belav dikir, ji aliyê qeyûmê ku li şaredariyê hate bicihkirin, hate betalkirin. Halbûkî li Mîdyat, Qoser û Artûklûyê nêzî hezar û 500 kesî sûd ji vê qertê werdigirtin.

Mijareke din a ku rejîma AKP'ê li hemberî wê bi taybetî tevdigeriya kreşên ji perwerdeya Kurdî ya ji bo zarokan ên şaredariyan bûn. Beşek ji kreşên bi zimanê dayikê veguherand kursa Quranê, beşek jî hate girtin, yan jî kirin qada ji perwerdeya Tirkî. Dibistanên seretayî û kreşên Kurdî yên weke Zarokistan, Xalxalok, Ferzad Kemanger ên şaredariyan hatin giritn.

Wargeha Xwendekarên Keç ên Hîndekariya Bilind a ji kapasîteya 395 xwendekaran ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ava kir, ji aliyê qeyûm ve guherandin mêvanxaneyê û xwendekarên keç ji waregehê hatin derxistin.

Di dema tasfiyekirina yekîneyên jinê de qeyûman newekheviya zayendîperestiya civakî ya mejiyê AKP'ê ava kirin. Li şûna peyva 'Jinê' gotinên 'malbat, xanim, dayik' bi kar anîn. Li her şaredariya ku qeyûm bi hêza ewlekariyê ya dewletê lê bi cih bû, li hemberî polîtîkayên jinê ev karên dijber kir:

Li navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şirnexê cihên midûriyetên jinê hatin girtin, ji serokên baskê AKP'ê yê jinan re hate pêşkêşkirin, veguherandin kursa Quranê û kursa dirûtinê.

Li Sêrtê Midûriyeta Jinê û xebatkarên navenda jinê ji wezîfeyê hatin dûrxistin û di bin navê 'Navenda Çandê ya Xaniman' projeyek hate amadekirin.

Li Êlihê projeya 'Gundê Jiyanê yê Jinê' ku ji bo jinên mexdûrê şîdetê kar dikir hate rawestandin, projeya 'Bazara Taxê ya Organîk a Jinê' veguherand bazara taxê ya giştî.

Kompleksa Sporê ya Jinê ya Êlihê veguherand 'Kompleksa Sporê ya Êlihê'.

Stargeha jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û 'Xeta Alo Tundî' hate girtin, xizmeta çûn û hatinê ya bêpere ya hefteyê rojekê li otobusên şaredariyê ji jinan re dihate dayin hate betalkirin.

Bazara gel a keda jinê ya Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê hate betalkirin, derfetên kar ên jinan ji wan hatin standin. Projeya wargeha xwendekarên keç a hîndekariya bilind a ji 202 kesî hate rawestandin, kabîna tenduristiya jin û zarokan a şaredariyê hate girtin.

Atolyeyên xalîçeyan ên jinan ên Şaredariya Artemêtanê ya Wanê hatin girtin û projeya 'Nuqteyên Firotinê yên Mor' hate rawestandin.

Atolyeya jinê ya Şaredariya Elbakê ya Wanê û kooperatîfa jinê ya Şaredariya Payîzavayê hatin girtin, bufeyên danasîna keda jinê radestî KADEM'ê hatin kirin.

Serayên hilberînê yên jinê yên Şaredariya Sarayê ya Wanê hatin girtin.

'Qada Bajêr a Jinê' ya Şaredariya Peyasê ya Amedê ve projeya wê hate amadekirin û pêşkêşî îhaleyê hate kirin, ji aliyê qeyûm ve weke 'Qada Bajêr' hate guhertin. Her wiha cihê ku Şaredariya Peyasê ji bo Komeleya Jinê ya Ceren amade kiribû radestî TURGEV'ê hate kirin.

Navenda Piştevaniya Jinê ya Meya ya ser bi Şaredariya Farqînê ya Amedê veguherandin Navenda Şêwirmendiya Malbatê. Her wiha hevjîna Serokê AKP'ê yê Baskê Ciwanan ê Farqînê weke rêveber hate tayînkirin.

Navenda Piştevaniya Jinê ya li Hênê veguherandin kursa pastakarî û Quranê.

Stargeha Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê veguherandin mala stargehê ya ŞONÎM.

Karkerên jin ji kar hatin dûrxistin.

Xebatkarên Navenda Jinê tenê li karên alîkariya civakî hatin wezîfedarkirin.

Derfetên kar ên ji bo jinê hatin astengkirin.

Navend û yekîneyên jinê, daîreyên serokatiyê û stargehên jinan radestî midûriyetên bajêr ên ser bi Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê hatin kirin, pêşkêşî Navenda Şopandin û Pêşîgirtina li Tundiyê (ŞONÎM) yan jî KADEM'ê hatin kirin. Jinên li van deveran dixebitîn ji kar hatin dûrxistin.

Navendên jinan hatin girtin.

Dosyayên jinan ên serî li Navenda Jinan dan hatin desteserkirin, mafê nepenîtiyê hate binpêkirin, ev agahî bi malbatan re hatin parvekirin û bû sedem ku jiyana jinan bikeve rîskê.

Karmendên mêr li rêveberiya yekîneyên jinan hatin tayînkirin.

Avahiyên navenda jinê pêşkêşî Baskên AKP'ê yên Jin û Ciwanan hatin kirin.

Navendên Jinan hatin guhertin û kirin daîreya zewicandinê yan jî kursên Quranê.

Xebatên jinan ên li malperên web ên şaredariyê, karên wan ên çandî û pir zimanî ji holê hatin rakirin û tenê weke xizmetên hawirdorê, ol û fen hate nîşandan.