AKP bi kodên berê nêzî pêvajoyê dibe?

AKP bi kodên berê nêzî pêvajoyê dibe?

Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyî Aydar, da zanîn ku pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd ji ber ku hikûmeta AKP’ê bi kodên dewletên berê nêz dibe xitimiye. Aydar bi lêv kir ku hikûmeta AKP’ê sozên ku dane wan neanîne cih û got ku divê hemû mutabakat bi fermî bên kirin.

Endamên Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, asta dawî ya di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de nirxand. Aydar destnîşan kir ku sedema xitimandina pêvajoya ev 22 meh e didome, ev e ku hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk sozên xwe neanîne cih.

Aydar got ku hikûmeta AKP’ê li şûna ku pisgirêka Kurd çareser bike dixwaza Têkoşîna Azadiya Kurd çareser bike û wiha pê de çû: “AKP ji kodên berê yên dewletê yên wekê ‘yek netewe,  yek ziman, yek çand û yek ol’ dest bernedaye.zîhniyeta tunekirinê heye. Vê jî pêvajo xitimandiye. Em wek aliyên Kurd dixwazin pêvajoyê bidomînin. Lê em ê di dema nû de li gorî nêzîkatiya dewletê biryarê bidin.

NIYETA AKP NE ÇARESERÎ YE

Pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd hatiya asta xitimandinê? Gelo ev pêvajo çima hat vê nuqteyê?

Pêvajoya ku di dawiya sala 2012’an de destpê kir û piştî daxuyaniya Erdogan a ‘ Em li Îmraliyê bi Erdogan re hevdîtinê dikin’ şûnde, pêvajoya di 2013’an de destpê kir, bi awayekî fermî didome. pêvajoya ev 22 meh e didome mijara gotinê ye. Lê dema mirov lê dinêre, tê dîtin ku niyeta AKP’ê neçareserî ye. Di aliyê me de tablo ev e. AKP ji çareseriya pirsgirêka Kurd wêdetir dixwaze PKK’ê çareser bike. Bi giştî nêzîkatiyeke bi ewle mijara gotinê ye.

Hûn van hewldanan wek parçeyek polîtîkayên îmhayê digirin dest?

Tirkiye hê ji kodên berê yên dewletê rizgar nebûye. Kodên weke ‘yek netewe, yek ziman, yek çand û yek ol heye. Bi zîhniyeta navbera 1920-1940’î tevdigerin.  Hewl didin Kurdan bi mafên xapînok xesp bikin. Li aliyê din jî difikirin wê Kurdan çawa bê bandor bihêlin. Ew wisa ji çareseriyê fêm dikin. Pirsgirêk jî ji vir dertê. Tirkiyeyê hê jî ji bo çareseriyê biryareke stratejîk negirtiye. Ji ber ku Kurdan wek îrade nabînin. Em jî dixwazin bi Civakên Anatolyayê re bijîn. Ev nêzîkatiya me ya stratejîk e. Me di vê mijarê de proje pêşniyar kirin. Me bi dehan carî niyeta xwe aşkera kir.

Erdogan her carê we sûcdar dike. Îdîa dike ku sozên hatine dayîn neanîne cih.  We çi soz dabûn?

Çi ket ser milê me, me kir. Lê wan sozên xwe negirt. Tirkiyeyê ji ber ku sozên xwe neanîn cih, em sûcdar kirin. Rastiya meseleyê ev e. Dema mirov van guhdar dikin, mirov dibêjin gelo pirsgirêka Kurd çareser kirine û agahiya me tune ye.

Ez dixwazin vê bipirsim; gelo şertên Serok Apo hatin sererastkirin me qebûl nekir? Gelo maseya muzakereyê hat avakirin em reviyan? Mafê zimanê dayikê hat dayîn em li dij derketin? Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  hat avakirin me qebûl nekir? Girtîgeh hatin valakirin me qebûl nekir. Rêya siyaseta demokratîk hat vekirin em tevlî nebûn?  We hê benda ji sedî 10 rane kiriye, tu ji kê re dibêjî çi?

DI DESTÊ ME DE BELGE HENE

Gelo çi soz hatin dayîn û nehatin cih?

Belgeyên ku em li ser axivîn û em li ser bûn mutabik hene. Rêber Apo ev pêş xistin û di 13’ê Sibata 2013’an de ji hemû astên rêxistinê re name şand.  Nêrîna wan xwest. Di van belgeyan de sê protokolên cuda hene. Ev di pêşerojê de wê bên weşandin. Wê raya giştî bibîne. Kê sozên xwe neanîne cih dê wê demê bi awayekî zelal bê dîtin.

Di van belgeyan de çi hene?

Xalên ku çareseriya pirsgirêka Kurd esas digirin hene. Bi awayekî protokol 1, protokol 2, û protokol 3 hatiye amadekirin. Di bin sernavên pêngavên ku baweriyê zêde dikin, pêngavên qanûnî û makeqanûnî û pêngavên pratîkbûnê metneke mutabakatê bû. Li gorî vê piştî danezana Newrozê hikûmet li gorî ruhê pêvajoyê diviyabû pêşnûmeyekê pêşkêşî meclîsê bikira. Meclîs li gorî xwedîderketina pêvajoyê wê biryar bigirta. Bi vê biryarê re gerîla dê ji qadên şer derketiba. Li gorî prosedureke qanûnî û heyetên çavdêr wê gerîla derketiba. Yek rêbaz tenê ne dersînor bû. Dikaribûn li hinek nuqteyên Bakurê Kurdistanê jî biciviyane. Ev jî altenatîf bûn. Dîsa wê komîsyoneke çareseriyê bihata avakirin. Girêdayê vê komîsyona Aqilmendan dê bihata avakirin. Ev hemû divê di meha Nîsan û Gulanê de pêk bihata.

Komîsyonek di bin banê meclîsê de hat avakirin û heyeta aqilmendan jî hat avakirin?

Li gorî xwe komîsyonek ava kirin û heyeta aqilmendan ava kirin. Lê ji derveyî me li gorî xwe ava kirin. Piştre jî ji xwe me dît ku tiştek derneket. Di rastiyê de piştî vê divê bi me re komîsyonên hevpar bihata amadekirin. Divê sererastkirina pêvajoya qanûnî bihata kirin û meclîs jî wê neketiba betlaneyê. Heta payîza 2013’an pêvajoya qanûnî biqediya. Piştre wê pratîkbûna vê bihata kirin. Piştre jî wê girtî bihatana berdan û  yên Ewropa û yên çiyê vegeriyana.

Ev hemû di protokola navbera Abdullah Ocalan û dewletê de derbas dibin?

Belê pêvajo dê wisa birêve biçûya. Ev hemû divê di çarçoveya protokolê de pêk bihata. Serok wiha digot; 'Ger her du alî destê xwe zû bigirin dê heta dawiya sala 2013’an de ev kar biqede.' Ger hikûmet li tiştên hatin diyarkirin xwedî derketiba di sala buhrî de me yê ev pirsgirêk çareser bikira. Di Newroza îsal de dê nuqte lê danîna. Lê hikûmetê tiştek nekir. Ji Meclîsê biryarek derneket. Li gorî xwe heyet avakirin. Li gorî xwe pêngav avêt. Hemû ev e.

BI RÊBAZÊN SERDEMA NAVÎN PIRSGIRÊK NAYÊN ÇARESERKIRIN

Gelo ji serî de niyet ev bû?

Kê ji pêvajoyê çi fêm kiriye divê li vê binêrin. Me di vê pêvajoyê de çareseriya pirsgirêka Kurd fêm kir lê wan çareserkirina Tevgera Azadiya Kurd esas girt. Pirsgirêk ji vir dertê. Bêguman em nikarin niyetê bixwînin. Em li encamê dinêrin. Encam li holê ye. Tu tiştek neket pratîkê.  Pêvajoya diyalogê ya 22 mehan neguherî muzakereyê. 22 mehan tenê name çûn û hatin. Ev dikarî çend mehan de bê kirin. Pisgirêkeke wisa bi çend saetan nayê çareserkirin. Em hevdu nexapînin. Divê êdî pêngavên pratîk bên avêtin.

Gelo hûn difikirin ku hûn hatin xapandin?

Tiştên pêwist me ji wan re gotiye. Hemû li holê ne. Dewlet heta niha di nava bêbiryarê de bû. Enqere biryarê nagire. Aliyek li gorî usulê çareseriyê dixwaze. Hewldanên wan jî hene. Lê hinek hê bi kodên berê yê dewletê tevdigerin. Ji ber vê biryarên hevpar nayên dayîn. Artêşa ku demekê bê deng bû dîsa vejiya. Êdî dengê xwe bilind dike. Ev jî nîşan dide ku dewleta kûr çiqas bi hêz e. Ev ji AKP ne serbixwe ye. Bi hev re tevdigerin. Artêş niha bi bandortir e.

LI BAKUR ÇARESERÎ LI ROJAVA SIYASETA ÎMHAYÊ

Kobanê li vir rolek çawa lîst?

AKP li ailyekî li Bakur li aliyê çareseriyê tê dîtin û li Rojava jî siyaseta dij Kurd dimeşîne.  Dijminên Kurd li Rojava bi rêxistin kir û bi ser Kurdan de bir. Her tim gotin Rojava xeta me ya sor e.  Di 2012’an de dema partiyê Kurd yên Rojava li Hewlêrê li hev kirin, Wezîrê Karê Derve yê demê Ahmet Davutoglu çû wir û mudaxale kir. Piştre jî piştgirî da El Nusra û rêxistinên olî yên radîkal. Herî dawî çek da DAIŞ’ê û bi ser Kurdan de bir. Hemû derdê wan xistina Kobanê bû.

Pêvajo wê ji vir şûnde çawa bidome?

Bi vî awayî nameşe. Helwesta me diyar e. Em dixwazin pêvajoya çareseriyê bidome.  Lê divê şert biguherin. Divê şert û mercên Serok Apo bên rastkirin, sekreterya û heyet bê avakirin. Li maseya muzakereyê alî wek hev rûnin. Heyetek bê alî rûne. Dikare heyetek navneteweyî hebe. Kî dixwaze ji bo çareseriyê bibe alîkar bila hebe. Her wiha em dixwazin li bin mutabakatan îmze bên avêtin.

Ev dikare wek di bin resmiyetê de bê dest girtin. çi ket ser milê me, me kir. Niha her tişt di destê dewletê de ye.