Akin: Em berxwedana gelê Kurd silav dikin

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin got, "Em ê di vê pêvajoyê de xwe hîn xurtir bikin. Em berxwedana gelê Kurd silav dikin."

Endamên Meclisa Partiyê (PM) yên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta nirxandina encamên hilbijartinan, nirxandina pêvajoya xwenûkirin û veguherînê û diyarkirina xeta têkoşînê ya nû li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya li Enqereyê hatin ba hev. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin ê di destpêka civînê de axivî, diyar kir ku gelên Tirkiyeyê her du hilbijartin bi hev re derbas kirin û wiha got: “Hevalên hêja me hilbijartinên herî girîng ên di dîroka Tirkiyeyê de li pişt xwe hiştin. Ev hilbijartin gelek mijaran di nava xwe de dihewîne. Em hem encamên hilbijartinê hem jî pêvajoyeke nîqaşê ya zêde bi hev re dimeşînin. Dixwazim destnîşan bikim ku em bi pêvajoyeke hilbijartinê ya antî demokratîk, bêedalet, bêhiqûq û bêqûral re rû bir û man. Hemû derfetên dewletê li dijî me hatin bikaranîn, partiya me û pêkhateyên me di bin êrişeke giran de man. Me hemû êrişkariya van û zordariya wan dizanî me hewl da li dijî vê bergiriyên xwe wergirin. Lê di dawiyê de divê em di warê armancên xwe yên siyasî bi kêmasî û nebesiyên xwe re rû bi rû bimînin. Tevî ku ji bo pergala qesrê bê guhertin tişta ji destê me hat me kir jî em serneketina mûxalefetê û serneketina dikeve para me qebûl dikin.”

Akin, di sedsala Komarê ya Tirkiyeyê de armanca wan a jiyaneke demokratîk û komareke demokratîk bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Me xwestibû bi awayekî xurt di parlamentoyê de cih bigirin. Em di vê mijarê de tevî ku qismî serkeftî jî bûn di vê mijarê de serneketinek derket holê. Lê tevî van hemûyan dixwazin van bêjin: Rewşeke ku di bin van de bimînin nîne. Ez dixwazim ji gelê me re vê bibêjim: Li dijî hilbijartineke ewçend newekhev û neadil a li Tirkiyeyê, hilbijartinek pêk hat ku yek ji du kesên ku îdîaya guhertinê dixwazin, îtiraz kir. Ji sedî 50’yê gelê me ku bi kesên neçûn serdiqan re ji bo guhertina vê rejîmê bi biryardarî li ber xwe dan û dewam dikin.”

Akin, ê îşaret bi polîtîkayên desthilatê kir, axaftina xwe wiha domand: “Niha dema encama hefteyekê bê nirxandin, texrîbata pergala yek zilamî ya pergala qesrê bi awayekî zelal derdikeve holê. Lijneya Wezîran hate aşkerekirin, pişt re derket holê ku aboriya niha ya Tirkiyeyê îflas kiriye. Em bang li pergala yek zilamî ku hewl dide fatûreya vê yekê li gel bibire dikin, em ê vê yekê qet qebûl nekin. Polîtîkaya talanê ya ku hûn ji bo xwe û qesra xwe xelas bikin bi rê ve dibin îflas kir. Em qebûl nakin ku fatûreya vê îfalsê ji gel û kedkaran re bê birîn. Bi nîqaşên ku em ê îro bimeşînin re em ê têkoşîna azadî, wekhevî û edaletê ya Tirkiyeyê bi xurtî bimeşînin û em ê berdevkiya mûxalîf û civakê bidomînin.

Me aşkere kiribû ku encamên hilbijartinê em ê bi awayekî kolektif li hemû lijneyên xwe deynin holê. Tevî hevserokên xwe, bi helwesta ku me daniye pêşiya xwe, bi nîqaşên roja destpêkê me meşandin re xîtabî gel û gelên Tirkiyeyê kir. Ez dixwazim îradeya ku piştî van hilbijartinan derketî pêş, bi taybetî gelên me yên li erdnîgariya Kurdistanê, gelê kurd ji ber berxwedana wan a bi rûmet silav bikim.

Em bi biryar in ku van nîqaşan bi hemû gelê xwe re bi hevalên xwe yên li hundir û derve, li girîgehan bi awayekî bi kolektif bimeşînin. Em naxwazin tu tişt veşarî bimîne û bê nixumandin. Em alîgirê nîqaşeke vekirî ya di vê mijarê de ne, lê dixwazim binê wê xêz bikim. Em ê destûr nedin polîtîkayên wan ên me bînin hemberî hev. Di warê nîqaşa kolektîf, aqilê hevpar û avadaniya me ya sazûmanî de, ji bo nêrîna her kesên ku piştgiriyê didin û nadin me bigirin, tu pirsgirêkeke me nîne.”