Akîf: Eger bend neyê derbaskirin dibe ku Tirkiye bikeve nava tarîtiyê
Yek ji endamên Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ya HDP’ê Yaşar Akîf da zanîn ku pergala serokatiyê ya bi rêbaza Tirk, ku AKP û Erdogan behsa wê dikin, rejîma Baas e.
Yek ji endamên Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ya HDP’ê Yaşar Akîf da zanîn ku pergala serokatiyê ya bi rêbaza Tirk, ku AKP û Erdogan behsa wê dikin, rejîma Baas e.
Yek ji endamên Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ya HDP’ê Yaşar Akîf da zanîn ku pergala serokatiyê ya bi rêbaza Tirk, ku AKP û Erdogan behsa wê dikin, rejîma Baas e. Akîf da xuyakirin ku eger HDP bendê derbas neke wê Tirkiye bikeve nava tarîtiyekê û yekane hêza ku dîktatoriya Erdogan bide sekinandin HDP ye.
Hilbijêrên li Ewropayê ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê wê di meha Gulanê de li Sefaretxaneyên Tirk dengan bikar bînin. Pêkhateyên HDP’ê ev demek dirêj e li Ewropayê xebatan dimeşînin û hedef kirin ku herî kêm 400 hezar deng bi dest bixin. Ev yek ji bo derbasbûna HDP'ê ji bendê wê roleke girîng bilîze.
Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ya HDP’ê Yaşar Akîf têkildarî mijarê de axivî.
NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ HDP YE
Akîf bi lêv kir ku yekane partiya ku hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê fêm bike û çareser bike HDP ye û got: “Eger bernameya HDP'ê bi ser bikeve, wê hem ji pirgirêkên Tirkiyeyê û hem jî yên Rojhilata Navîn re çareseriyek mayînde bê dîtin.”
PERGALA SEROKATIYÊ REJÎMA BAAS E
Akîf diyar kir ku pergala serokatiyê ya ku AKP dixwaze li ser Erdogan pêş bixîne pergala ‘dîktatoriya yek kesî ye’ û got: “AKP bi dîktatoriya yek kesî re dixwaze dewleteke ku ti qanûnan nas nake dane holê. Dixwaze li Rojhilata Navîn tîpa rejîma Baas ava bike. Tişta ku dibêjin, di rastiyê de rejîma Baas e. Erdogan bi vê pergalê re dixwaze hemû pergala daraz, bi rêvebirin û qanûnê bi xwe ve girê bide. Bi vî awayî jî dixwaze hemû bawerî, nasname û çandên cuda ji holê rake.
EGER HDP BENDÊ DERBAS NEKE DIBE KU TIRKIYE BIKEVE NAVA TARÎTIYÊ
Akîf da xuyakirin ku ev polîtîkayên AKP’ê Tirkiyeyê ber bi tarîtiyê ve dibe û wiha pê de çû: “Yekane partiya ku li dijî vê têbikoşe HDP ye. Ji ber hilbijartinên 7’ê Hezîranê girîng in û îradeya gelê ku gelê Kurd û Tirk li aliyê HDP’ê danîne holê jî gelek girîng e. Ger bi rastî bê xwestin ku Tirkiye di rêya demokratîkbûnê de bimeşe, ev teqez di pêkanîna derbaskirina bendê ya HDP’ê de derbas dibe. Di vî alî de atmosferek cidî hat afirandin. Ger HDP bendê derbas ke, wê hemû hesab û lîstik vala derkevin. Ger HDP bendê derbas neke wê Tirkiye bikeve tarîtiyê.”
DIVÊ EM LI QADA BIN
Akîf di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo li dij vê zîhniyetê were derketin, hilbijartinên 7’ê Hezîranê gelekî girîng in û axaftina xwe wiha dewam kir: “Heta 7’ê Hezîranê divê hem gelê Kurd û hem jî gelên Tirkiyeyê di nav tevgerê de bin. Ji bo avakirian pergaleke demokratîk, ji bo ji dîktaroriyê re bêjin êdî bes e, divê bi ruhê seferberiyê bê tevgerîn. Divê em benda li pêş xwe derbas bikin. Divê em hîleyên AKP’ê li ber çavan bigirin û bendê derbas bikin. Hêza me têrî vê dike.”
DIVÊ SEFERBERÎ BÊ ÎLANKIRIN
Akîf wiha dirêjî da axaftina: “Faktoreke din a girîng jî hilbijêrên Ewropan e. Me wek Koordînasyona Hilbijartinê herî kêm 400 hezar deng hedef kir. Her denga ji Ewropayê biçe, wê di demokratîkbûna welat de bibe xwedî parek girîng. Ji bo 400 hezar deng bê derxistin divê heta 7’ê Hezîranê ti kes nesekine. Di serî de jin û ciwan divê hemû bawerî, pêkhateyên HDP’ê, heta 7’ê Hezîranê nesekinin. Ger hewce be divê heta 7’ê Hezîranê xwendekar neçin dibistanê. Divê her kes bixebite û ji bo HDP’ê dengan bixwazin. Divê seferberî bê îlankirin.”
DIVÊ YEK DENGEKÎ ELEWIYAN NEÇE JI CHP’Ê RE
Akîf bang li Elewiyên li Ewropayê jî kir û got cihê ku Elewî dikarin lê azad bijîn HDP ye. Akîf polîtîkaya CHP’ê ya Elewiyan rexne kir û got CHP ji bo dengan bigire, îro polîtîkayên îslama nerm a AKP’ê hembêz dike. Akîf got: “Kiliçdaroglu ditirseke ku bijê Elewî. Ti kesê xwedî baweriya Elewiyan divê dengan nede CHP’ê. Di navbera pergala CHP û AKP’ê de ti cudahî tine. Divê yek dengekî Elewiyan neçe ji CHP’ê re.
EM Ê BENDÊ HILWEŞÎNIN
Akîf di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku rola gelê li Ewropayê ya li ser pêşketina Tevgera Azadiya Kurd gelek mezine û got: “Niha jî peywirek girîng dikeve ser milê wan. Em bi gelê xwe bawerin. Emê biçin ser sindoqan û benda li ber xwe hilweşînin.”