Akhoyan: Heta ku Tirkiye hesabê raboriya xwe nede, nikare demokratîk bibe
Parlamenterê serbixwe yê Ermenîstanê Aragast Akhoyan destnîşan kir, ku ji bo Tirkiye demokratîk bibe divê hesabê raboriya xwe bide.
Parlamenterê serbixwe yê Ermenîstanê Aragast Akhoyan destnîşan kir, ku ji bo Tirkiye demokratîk bibe divê hesabê raboriya xwe bide.
Akhoyan ku hat Stenbolê û tevlî rûniştina edaletê ya 600. a Dayikên Şemiyê bû, da xuyakirin ku dewletê beriya niha bi sed salî çi anî be serê Ermeniyan, niha heman tiştî tîne serê Kurdan. Akhoyan got, "Em dixwazin Tirkiye bibe welatekî demokratîk, lê belê her gava em tên, pirsgirêkên nû derdikevin pêşiya me. Lewma heta daxwazên edaletê yên mîna daxwazên Dayikên Şemiyê bi cih neyên, nepêkan e ku Tirkiye demokratîk bibe."
'ME DENGÊ XWE Û DENGÊ DAYIKAN KIRIN YEK'
Yek ji beşdarên rûniştina 600'î ya Dayikên şemiyê, parlamenterê serbixwe yê Ermenîstanê Aragats Akhoyan bû. Akhoyan diyar kir, dema wî li dayikên ev 21 sal in daxwaza edaletê dikin guhdarî dikir, êşên beriya sed salî bav û kalên wî kişandine, hatine bîra wî. Akhoyan got, "Ez êşa dayikan ku ev 600 hefte ne li vê meydanê ne, ji dil hîs dikim. Di heman demê de windayên me yên Ermenî jî hene, ku ev sed sal in aqûbeta wan nediyar e." Akhoyan da xuyakirin, ku her çend i wesîleyeke din hatibe Stenbolê jî ji bo wî gelekî girîng e ku tevlî rûniştina Dayikên Şemiyê bûye û got, "Em bûn dengê wan, me dengê xwe û dengê wan kirin yek."
DUH ERMENÎ BÛN, ÎRO KURD IN
Akhoyan destnîşan kir, ku ji bo Tirkiye bibe welatekî demokratîk divê hesabê qirkirinan, komkujiyan, kuştinên kiryar nediyar bide û wiha dewam kir: "Em dixwazin Tirkiye bibe welatekî demokratîk, lê belê her gava em tên pirsgirêkên nû derdikevin pêşiya me. Lewma heta daxwazên edaletê yên mîna daxwazên Dayikên Şemiyê bi cih neyên, nepêkan e ku Tirkiye demokratîk bibe."
Akhoyan da zanîn, beriya niha bi sed salan, Ermenî li pêş çavên dewletê 'sûcdar' bûn, îro jî Kurd bi heman rengî tên dîtin. Akhoyan diyar kir, dewletê beriya niha bi sed salî çi anî be serê Ermeniyan, îro heman tiştî tîne serê Kurdan. Akhoyan destnîşan kir, ku ji ber vê yekê, li Tirkiyeyê rejîm hatibe guhertin jî ji ber ku polîtîkaya cihêkar nehatiye guhertin, mexdûriyeta gelan her dewam dike û got, "Li rojhilatê Tirkiyeyê hê jî xwîn dirije. Bêguman ev yek her kesî dêşîne. Mîna hemû gelên Tirkiyeyî em jî dixwazin pirsgirêkên navxweyî yên vî welatî bi aştî û demokrasiyê çareser bibin."
'DIVÊ EM DI DESTPÊKÊ DE SÎNORÊN LI NAVA MEJIYÊ XWE RAKIN'
Akhoyan bibîr xist, ku tevî 101 sal di ser re derbas bûye hê jî dewleta Tirk Qirkirina Ermeniyan nas nake û got, weke nevî û warîsên bav û kalên ji vê xakê, ne tenê naskirina qirkirinê û xwestina lêborînê, ew dixwazin encamên ji ber vê qirkirinê derketine holê, ji holê werin rakirin. Akhoyan da xuyakirin, ku ew her sal Dersîm, Mûş, Amedê ziyaret dike, vê derê hê jî weke cih û warên xwe dibîne û got, "Ji ber vê yekê em rewşa li herêmê ji nêz ve dişopînin û ji ber bûyerên diqewimin gelekî dêşin. Ji bo qedandina şer em jî di nava hewldanan de ne." Akhoyan bibîr xist, ku niha deriyê sînor ê Ermenîstanê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye giritn û got, "Beriya her tiştî divê em sînorên li nava mejî rakin, ku ew sînor jî rojekê vebe."