Akdoganê destê wî jê bû serbest hate berdan

Akdoganê destê wî jê bû serbest hate berdan

Mehmet Seîd Akdoganê li Okmeydanê ji ber teqemeniyek ya nehate zanîn ji aliyê kê ve hate avêtin, li destê wî ket û destê wî perçe perçe bû, piştî karûbarên li Emniyeta Stenbolê bidawî bûn ji aliyê dozgeriyê ve hate berdan.

Dema ku li Okmeydanê ji bo Serkan Tosûnê MLKP’yî ku li Rojava di encama pevçûnekê de li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da meş pêkhat, polîsan êrişî meşê kir. Dema Mehmet Seîd Akdogan (18) ji dikanê diçû malê, teqemeniyekî nehate zanîn ji aliyê kê ve hate avêtin li destê wî ket û destê wî perçe perçe bû. Akdogan rakirin nexweşxaneyê û destê wî jê kirin.

Hêjan dermankirina Akdogan li Nexweşxaneya SSK ya Okmeydanê dom dikir û hate derxistin ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê ya li ser rêya Vatanê. Akdogan piştî îfade li Emniyetê dan, sewqî Edliyeya Çaglayan ya Stenbolê kirin û piştî lêpirsîna dozgeriyê serbest hate berdan.