Akdogan: Meclîs ji bo paşvekêşandinê sererastkirinê nake

Akdogan: Meclîs ji bo paşvekêşandinê sererastkirinê nake

Serşêwirmendê Serokwezîrê Tirk  Recep Tayyîp Erdogan Yalçin Akdogan, diyar kir ku ji bo PKK derkeve derveyî sînor li Meclîsê tu sererastkirin nayên kirin.
Serşêwirmendê Serokwezîrê Tirk  Recep Tayyîp Erdogan Yalçin Akdogan têkildarî mijdarên di rojevê de li bernameya TV de daxuyanî dan.

Akdogan, diyar kir ku têkildarî paşvekêşandina PKK'ê zagon bên sererastkirin Serokwezîr Erdogan zelal axivî û wiha got: "Meclîs sererastkirinekî wisa çênake. Ev karê hikûmetê ye. Hikûmetê ji zagonekî wisa re derî girt. Ev gelek zelal e û nayê nîqaşkirin. Li vir guherîna biryaran tuneye û tu biryarên cuda jî tunene. Biryara dawî û tenê ev e."
Akdogan, anî ziman ku kesên aqîl dê ji kesên sivîl pêk bê û siyasetmedar nabin.