Akarsû: Min ji bo nanê xwe çop, ji bo rûmeta HDP hilbijart!
Akarsû yê li Antalyayê dijî û bi komkirina çopan debara xwe dike; got ku di pêvajoya Gezî de HDP’yî nas kiriye ji wan pir bandor bûye. Akarsû bang li tevayî xizanan kir ku piştgiriyê bidin HDP’ê.
OZGUR AYDIN / ANF
ANTALYA
pêncşem, 30 avrêlê 2015, 14:07
Akarsû yê li Antalyayê dijî û bi komkirina çopan debara xwe dike; got ku di pêvajoya Gezî de HDP’yî nas kiriye ji wan pir bandor bûye. Akarsû bang li tevayî xizanan kir ku piştgiriyê bidin HDP’ê.
‘DI DEMA ÇALAKIYÊN GEZÎ DE EZ HATIM DERBKIRIN’
Ahmet Akarsû (50) yê 20 sal in li Antalyayê dijî û bi komkirina çopan debara xwe dike got ku di çalakiyên Gezî de HDP nas kiriye û heta wê rojê CHP’yî bû. Akarsû wiha dewam kir: “Ez bi eslê xwe ji Eşrefpaşa ya Îzmîrê me. 20 sal in ez li vir dixebitim. Heta pêvajoya çalakiyên Gezî min HDP nas nedikir. Min nizanîbû jî. Dîsa di çalakiyên Gezî de dema min şûşe û hesin kom dikirin polîs li min dan. Ji wê rojê ve nêrîna min a li hember dewlet û polîsan guherî.”
‘CIHÊ XIZANAN HDP YE’
Akarsû diyar kir ku di dema hilbijartinên Serokkomariyê de ji axaftinên Selahattîn Demîrtaş bandor bûye û êdî çûye HDP’ê. Akarsû wiha dewam kir: “Her ku Demîrtaş axivî. Min xwe hê zêdetir nêzî HDP’ê hîs kir. Her çû min fêm kir ku cihê kedkar û bindestan HDP ye. Min ev ji kesên derdora xwe re vegot. Cihê xizan û bindestan HDP ye.”
‘EZ Ê JÎ BI EREBEYA XWE PIŞTGIRIYÊ BIDIM HDP’Ê’
Akarsû li kolanên Antalya ala ku wêneyê Demîrtaş li ser e digere got: “Min di dema hilbijartinên Serokkomariyê de li ser erebeya xwe ‘Min ji bo nan xwe çop, ji bo rûmeta xwe Selahattîn hilbijart’ nivîsand. Îsal jî ez ê ‘Min ji bo nan çop, ji bo rûmeta xwe HDP hilbijart’ binivisînim û piştgiriyê bidim xebatên hilbijartinê.”