Akademîsyenên Aştiyê: Gotina me hînê bi dawî ne bûye

Akademîsyenên Aştiyê yên beraet kirin, diyar kirin ku gotina wan a têkildarî aştiyê hînê bi dawî ne bûne û gotin: "Ji bo aştî û edaleta civakî, em banga têkoşînê dikin."

Derbarê 5 akademîsyenên danezana “Em ê nebin hevkarê vî sûcî” îmzekirin û ji bo wan bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” doz hatibû vekirin û di danişîna doh de li 28’emîn a Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin, biryara beraetê hat dayîn. Akademîsyenan derbarê biryarê de, li ber Edliya Çaglayanê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, Hevserokên KESK’ê Aysûn Gezen û Mehmet Bozgeyik bi armanca piştgiriyê tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de pankartên “Aştî wê qezenc bike, ji bo danezana aştiyê beraet, hê niha” û “Akademî bîatê nake, daxwaza aştiyê nayê darizandin” hatin vekirin. Ji akademîsyenan Tuna Altinel, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku di akademiyê de tesfiyeyek mezin heye.

Altinel, da zanîn ku tiştên wan di danişînan de xwestine bi biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn hatin pêşberî wan û wiha axivî: “Dadgehan piştî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn dest bi beraet kirinê kir. Ji 20 akademîsyenan zêdetir di nava 4 rojan de beraet kirin. Doza JÎTEM’ê ya Qoserê ji ber dem bûriyê hat betal kirin. Heya ku bêcezatî berdewam bike, wê pirsgirêka Kurd çareser nebe. Ne tenê li bajarên Kurdan, wê tundî li her derê zêdetir bibe. Ji bo wan edalet encex di nava aştiyê pêş bikeve. Ji bo aştî û edaleta civakî em banga têkoşînê dikin. Gotina me ya aştiyê wê dewam bike. Me beraet kir, lê hînê gotina me ya aştiyê bi dawî ne bûye."