Akademîsyenên aştîxwaz ji kar hatin avêtin

12 akademîsyenên mohra xwe danîbûn binê Danezana Aştiyê, bi biryarnameya dawî re ji kar hatin avêtin.

Bi biryarnameya bi hejmara 701'ê re ku li Rojnameya Fermî hate weşandin, Rektoriyên Zanîngeha Egeyê û Zanîngeha Dokûz Eylul (DEU) a Îzmîrê peymana akademîsyenên aştîxwaz nû nekirin û ew ji kar avêtin.

Akademîsyenên vê dawiyê ji kar hatin avêtin: Li DEU Prof. Dr. Mûstafa Cem Terzî, Prof. Dr. Îzge Gunal, Prof. Dr. Halîl Resmî, Doç. Dr. Halîs Ûlaş, Prof. Dr. Yeşîm Edîs Şahîn, Prof. Dr. Ayşen Ûysal, Dr. Nûrî Erkîn Başer, Lêkolîner Ahmet Aydin Ari, Lêkolîner Serap Saritaş, Hîndekar Emel Yûvayapan, Lêkolîner Dîlek Karabûlût û Lêkolîner Ozer Yersuven.

Li zanîngehên Ege û DEU'yê bi giştî 23 akademîsyen ji kar hatin avêtin. Di nava kesên ji kar hatine avêtin de rektorê berê Adnan Kasman jî heye ku li ser akademîsyenên mohra xwe danîbûn binê danezana aştiyê biryara avêtina ji kar dabû.