Akademîsyen: Stratejiya AKP'ê li ser dewama bendê ye
Akademîsyen: Stratejiya AKP'ê li ser dewama bendê ye
Akademîsyen: Stratejiya AKP'ê li ser dewama bendê ye
Hiqûqnasê Makeqanûnê Prof Dr Îbrahîm Kaboglu da zanîn ku AKP bi pêşniyara pergala hilbijartinê ya di pakêtê de pêşniyarek nû nayne. Prof Dr. Ahmet Însel jî stratejiya hikûmeta AKP’ê bi îhtîmala ku her du rêbazên din nayê qebûlkirinê, stratejiya xwe li ser dewama pergala benda ji sedî 10'an ava kiriye.
Hikûmeta AKP’ê bi pakêta demokratîkbûnê bi pergala hilbijartinê ya benda ji sedî 10 re du modelên din jî yên wekê herêma teng û herêma hatiye tengkirin da ber nîqaşê. Her kes difikire ku ev ji bo berjewendiyên AKP’ê ne. Bi pergala teng ya herêmî re, li gorî hejmara parlamenteran dê derdora hilbijartinê bê avakirin. Ger bi pergala hatiye tengkirin bikevin hilbijartinan; li herêmên ku parlamenter zêde ne, dê ligel herêman bê veqetandin û li bajarên mezin jî herêmên ku herî zêde 5 parlamenteran derxînin bê derxistin û benda hilbijartinê bê avakirin.
Ji Zanîngeha Marmarayê serokê Beşa Hiqûqê ya Makenqanûnê ya Fakulteya Hiqûqê Prof Dr Îbrahîm Kaboglu û Prof Dr Ahmet Însel pêşniyarên xwe yên der barê pergala hilbijartinê de û pergala hilbijartinê ya herêma teng ji ANF’ê re vegot.
Kaboglu got pirsgirêkek sereke yek jê ya hilbijartinê ye û got ev jî pergala benda ji sedî 10. Kaboglu wiha got: “Ji aliyê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ve hat teyîdkirin. Li şûna pêşniyarên di pakêtê de cih girtine, dikaribû bend bi giştî bihata rakirin an jî bihata asteke makul. Dikaribû daxistana ji sedî 1,2 an jî 3.
AKP’’ê heta demek berê nîqaşên der barê benda ji 10 qebûl nedikir û got di esasê hikûmetê der barê bendê de tu pêşniyarek nû nekiriye. Dibêje sê rêbaz. Ya yekemîn; dibêje bila wisa bimîne û bê guman ev jî ne rêbaze. Ya duyemîn dibêje em bendê bîne nîvê û derdorên hilbijartinê li çaran parve bikin. Ya sêyemîn jî dibêje li herêma teng cihê bendê tune. Ji xwe yek kes tê hilbijartin. Kî pir dengan bigire ew dê qezenc bike.
Kaboglu di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn herêma pergala teng wek tercîheke radîkal da nasîn û got ev dikare bê nîqaşkirin.
Kaboglu wiha pê de çû: “Li Stenbolê herêmeke ku 20-25 parlamenteran derdixîne bi pergala herêma hatiye tengkirin dê bê biçûkirin. Wê demê çima hun bendê datînin. Derdora hilbijartinê dê bi 5-6 parlamenteran bê tengkirin. Ger hinek bajaran bikin yek dê herêmên nû yê hilbijartinê bên diyarkirin. Ger Tirkiye li 5 herêman bê parvekirin, wek Qraliyeta yekbûyî di yek turekî de wek pergala herêmî an Jî wek ya Fransayê di du ran de pêk were? Ger bi rastî Erdogan derbasî herêma teng bibe divê li gorî min li ser modela Fransayê bê rawestandin.
TESTA SAMIMIYETÊ YA AKP’Ê DI VIR DE DEST PÊ DIKE
Hikûmeta AKP’ê li her derê mkuj leşker mîmarên guherînan pêk tîne û dest nedaye benda ji sedî 10’ê. Belkî jî pîvana samimiyeta AKP’ê di vir de destpê dike. Ger AKP’ê bi awayekî serbixwe bend daxistan ji sedî 5 wê demê em dê di testa samimiyetê de bawer bana. Lê vê nake. Lê hesabê AKP’ê dibe berovajî be."
Prof. Dr. Kaboglû diyar kir ku pakêta hatiye aşkerakiirin bi naveroka xwe re ji destûra bingehîn a 82'an paşdemayî ye.
PROF. ÎNSEL: DIBE KU BDP LI BAJARÊN KURDAN SÎNORKIRÎ BIHÊLIN
Prof. Dr. Ahmet Însel da xuyakirin ku pêşniyarên pergalên hilbijartinê yên herêmên teng û tengkirî yên di "pakêta demokratÎkbûyînê" de hatin aşkerakirin dê avantajê bidin AKP'ê û destnîşan kir ku bi van sîsteman re BDP wê bi tenê li Kurdistanê bi bandor be. Însel diyar kir ku pakêt bersivê nade bendewariyan û got, "Di rewşa heyî de zehmet xuya dike ku partiyên çep HDP li bajarên Rojava benda ji sedî 10-12'ê rêjeya dengan bistînin. Lewma li gorî daneyên îro yên di destê me de xuyaye BDP wê di pergala herêmên tengkirî de bi tenê li bajarên Kurdan bimîne."
STRATEJÎ LI SER DEWAMA BENDAVÊ HATIYE AVAKIRIN
Însel da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê bi îhtimala ku pêşniyarên hatine kirin neyê qebûlkirin re, stratejiya xwe li ser dewamkirina benda hilbijatinê ava kiriye û bi vî rengî dixwaze bi benda ji sedî 10'an sîstemê bimeşîne.