Akademîsyen hatin sûcdarkirin: We talîmat ji KCK’ê girtine
Emniyetê îdîa kir ku akademîsyenên banga aştiyê kirine ji Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Hozat talîmat standiye.
Emniyetê îdîa kir ku akademîsyenên banga aştiyê kirine ji Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Hozat talîmat standiye.
Şaxa Têkoşîna Bi Terorê ya Midûriyeta Emniyeta Bûrsayê li terora AKP’ê ya li ser Kurdistanê înkar kir, îdîa kir ku Ji Bo Aştiyê Koma Akademîsyenan a ku banga aştiyê kirine ji gotûbêja Besê Hozat a di ANF’e de talîmat standine.
Li gor nûçeya Radîkalê, di lêpirsînê de gotûbêjek 22’ê Kanûnê ya Hozat a di ANF’ê de ji akademîsyenan re hat pirsîn. Banga Hozat a li hêzên demokratîk ji bo xwedîderketina xwerêveberiyan “talîmat” hat bidestgirtin.
Di girteka lêpirsînê de hat gotin ku danezana aştiyê bi ‘jargonê PKK’ê’ hatiye nivîsandin.