Akademîsyen Gulmen rakirin servîsa lezgîn

Akademîsyen Nûriye Gulmen, ku biryarnameyê ji kar hate derxistin û li dijî vê yekê ev 202 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji Nexweşxaneya Girtîgeha Sîncanê rakirin servîsa lezgîn a Nexweşxaneya Nûmûne ya Enqereyê.

Gulmen nîvê şevê saet di 03:30 de bi zorê ji odeyê derxistin. Nahêlin ku doktorên Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) û parêzerên Gulmen xwe bigihînin wê. Hat ragihandin, dema Gulmen bi zorê rakirin nexweşxaneyê, kesa lê dinerî û xwişka wê Beyza Gulmen pê re bûn û pirtûk dixwendin.

Parêzer Aytul Kaplan got, "Gulmen li ser hişê xwe ye. Eger ranekiribûna nexweşxaneyê, wê piştî du rojan tevlî rûniştina dozê bibûya." Doktorê Gulmen, rêveberê ATO Onûr Karahan anî ziman ku Gulmen wê ji niha û pê ve di servîsa lezgîn de be û diyar kir ku destûr nayê dayin ew xwe bigihînin Gulmen.

Gulmen xwestibû tevlî rûniştina 28'ê Îlonê bibe.