Ajansa Nûçe Ciwan hate girtin

Ajansa Nûçe Ciwan ji aliyê dewleta Tirk ve hate girtin.

Ajansa Nûçe Ciwan ku li malpera nuceciwan9.com weşana xwe dikir, ji aliyê dewleta Tirk ve hate girtin.

Ajansa  Nûçe Ciwan li ser biryara girtinê ya Saziya Ragihandin û Teknolojiya Agahiyê daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Bi nûçe û weşanên xwe em şerê taybet ê dewleta Tirk a dagirker teşhîr dikin. Ji ber vê yekê, bi biryarên derveyî hiqûqê yên hiqûqa Tirk a dagirker re malpera me timî tê sansurkirin. Em dixwazin ji şopînerên xwe re careke din bêjin; têkoşîna me wê li ser xeta kevneşopiya çapemeniya azad û şoreşger mezin bibe û wê bidome."

Ajansa Nûçe Ciwan ji vê adresê dikare bê şopandin: