AÎHM; Tirkiyeya ku Youtube qedexe kir sûcdar dît
Biryara AÎHM ya têkîldarî ‘qedexeya Youtube’: Tirkiye sûcdar e
Biryara AÎHM ya têkîldarî ‘qedexeya Youtube’: Tirkiye sûcdar e
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (AIHM), têkîldarî qedexeya Youtube serlêdana 2010’an a Prof. Dr. Yaman Akdenîz, Alîkar Doç. Dr. Kerem Altıparmak û Parêzer Serkan Cengiz îro biryar da.
'AZADIYA ÎFADEYÊ HAT ÎXLALKIRIN, MAFÊ AGAHÎSTANDINÊ HAT ASTENGKIRIN'
Biryara dadgehên Tirkiyeyê dayî di çarçoveya 10. xala AÎHS a azadiya îfadeyê hate bidestgirtin. Dadgehê di doza girtina Youtube de diyar kir ku hem kesên serlêdan kirine hem jî kesên gihiştina wan hatine qutkirin, mafên wan hatine binpêkirin.
AÎHM biryar da ku girtina Youtube, “binpêkirina azadiya îfadeyê ya tevahî welatiyan e” û “mafê agahî standinê hatiye astengkirin”.