Agirê yekem yê Newrozê ya li Almanyayê dê li Munîhê pêkeve
Agirê yekem yê Newrozê ya li Almanyayê dê li Munîhê pêkeve
Agirê yekem yê Newrozê ya li Almanyayê dê li Munîhê pêkeve
Kurdên li Almanyayê dijîn xwe bo Newroza îsal amade dikin. Yekem agirê Newrozê dê di 17’ê Adarê de li Munîhê pêkeve. Komîteya Amadekar ya Newrozê diyar kir ku, salona berê girtibûn biçûk bûye û ji ber ku daxwaz zêde bû saloneke mezintir girtine. Newroza dê bi pêşengiya Komeleya Çanda Mezopotamya a Munîhê bê organîzekirin dê bi Koma Meclisa Şaredariya Çep re pêk bîne.
Kadroya hunermendan jî gelek dewlemende. Hozan Seyîtxan, Çetîn Oraner, Şengul Pak, Hasan Saglam, Marget-Rezan-Zozan Uca û Azad Avaşîn cih digirin. Parlamentera berê ya parlamentoya Ewropayê Feleknas Uca, endamê lijneya Rêveberiya YEK-KOM’ê Bahatîn Dogan, nûnerê BDP’ê, endamê meclisa Şaredariya Munîhê ya partiya Çep Orhan Akman, endamê Meclisa Biyaniyên Munîhê Songul Akpinar û nivîskar Haydar Işik dê tevlî bibin.
Komîteya Amadekar a Newrozê di derbarê şevê de agahî da û diyar kir ku, amadekarî û xebatên Newrozê di vê pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî wateyeke dine.
Komîteyê diyar kir, ku Kurdên li Munîh û derdora wê dijîn divê bi hêzeke mezin tevlî bibin. Şeva Newrozê ya Munîhê dê li navnîşana Theaterfabrik – Friedenstr.10 – 81671 München (Ostbahnhof / S-Bahn – U-Bahn) pêk were.