‘Agirê Newrozê li dijî faşîzim û kapitalîzmê geş dibe’

Di daxuyaniyê ji aliyê partî û rêxistina ve hate kirin, peyama agirê Newrozê li dijî dagirkerî, faşîzim û kapitalîzmê geş û bilind dibe.

Kongreya Star bi daxuyaniyekê Newroz pîroz kir. Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Divê her mal, kolan û gund bibe qadeke ya Newrozê. Di serî de Newroz li Rêber Apo û hemû netewên demokratîk pîroz be.

YPJ: DEHAQ WÊ BI PERSPEKTÎFÊN OCALAN TÊK BIÇIN

Fermandariya Gişt îya YPJ’ê jî bi daxuyaniyekê Neroz li hemû gelan û berxwedêran pîroz kir. Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Her tim dawiya împarator û dîktatoran bi piştevaniya gel pêk hatiye. Ev yek bi destana Kawayê Hesinkar derketiye pêş. Ji bo bidawîbûna Dehaqan divê her kes li ser perspektîfa Rêber Apo xwedî li ziman, çand, nasname û kolanên xwe biparêzin.

MECLÎSA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ: JI BO HERÊMÊN DAGIRKIRÎ AZADÎ

Meclîsa Bakur û Rojhilatê Sûriye: “Jina Kurd hîn jî di rakirina meşeleya azadiyê û şopandina rêya têkoşînê de pêşeng e, çek, qelem û das hildigirt û jinên pêkhateyên Sûriyê bi Şoreşa Rojava û aloziyê Sûriyê re bi xwe vejand.

Newroza îsal ji ber rewşa awarte ya herêm têre derbas dibe bi xemgînî hate pêşwazîkirin, ji ber dagirkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî. Her wiha ji bo parastina welatiyan ji belavbûna vîrusa Koronayê hemû şahî û kombûn hatin rawestandin.

Em Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna Newrozê li gelên Kurd û hemû gelên Arî pîroz dikin, her wiha cejna dayîk, hevserên şehîdan û lehengên me yên li eniyên şer, jinên têkoşer û berxwedêr ên di oxira azadiyê, adalet û wekheviyê canê xwe feda dikin, pîroz dikin."Azadî ji Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û hemû herêmên artêşa Tirk dagirkirine re.”

MKP: NEWROZ AGIRÊ SERHILDANÊ YE

Partiya Komunîst a Moaîst (MKP) jî bi daxuyaniyekê Newroz pîroz kir û got, ''Agirê Newrozê ku li dijî Dehaqê zalim sembola têkoşîna gelê Kurd e, ku Kawayê Hesinkar pêxistiye, bi têkoşîn, serhildana gelê herême re bûye yek û heta îro hatiye, hê jî agirê serhildanê yê gelên çewisandî û neteweyên mazûm e.''

DKP/BÎRLÎK: NEWROZ ROJA RÛMETÊ YE

DKP/Bîrlîk jî di daxuyaniya Newrozê de got, ''Newroz rabûna serhildanê ya gelê Kurd e, ku ji bo nasnameya netewî û rûmetê rabûye.

Newroz ew roj e ku gelê Kurd bi salan e bi têkoşîneke ku kes nikare heq jê derkeve, têkoşîna ku qedera xwe bike destê xwe, sor kiriye.

Newroz ew roj e ku îro Kurd êdî xwe tenê bi hawaran nabêjin, li her derê ji bo serfiraziyê dilîlîne.''

ÎHD: NEWROZ SEMBOLA BERXWEDANÊ YE

Komeleya Mafê Miorvan ((ÎHD) jî Newroz pîroz kir û got, ''Newroz sembola berxwedanê ye. Ji ber vê, çendî zext were danîn jî, gelên ku zext li ser wan hatiye danîn her sal dîsa li ber xwe didin.''