AGÎF'ê encamnameya kongreya xwe ya 22. aşkera kir. Di kongreyê de biryar hat girtin ku têkoşîna li hemberî mirina penaberan were xurtkirin û piştevaniya bi têkoşîna çîna karker a li Elmanya re bê mezinkirin.
Li gorî encamnameyê, di kongreya 22. a AGÎF'ê ya ku di 9-10'ê Gulanê de li bajarê Elmanya Frankfûrtê hat lidarxistin û diyarî şoreşgera enternasyonalîst Îvana Hoffmann a li Rojava jiyana xwe ji dest da hat kirin de, ev biryar hatin stendin:
BIRYAR
"Li dijî mirina penaberan a li Derya Spî û sînorên Ewropayê têkoşîn were xurtin.
Bi têkoşîna çîna karker û baskên cuda yên kar re bi grev û berxwedanan re têkiliyeke xurt were danîn, komîsyona karkeran bê xurtkirin û xebitandin. Êrîşên dewleta Elman ên li hemberî mafê grevê werin teşhîrkirin û mafê grevê were parastin.
Têkiliya AGÎF'ê bi qadên herêmî û gel re wre xurtkirin. Kontrola li xwecihî bê pêşvebirin."
WÊ HERÊMÊN PÎLOT WERIN DESTNÎŞANKIRIN
Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku biryar hatiye girtin girîngiyeke taybet ji herêmên xwedî potansiyela pêşketina bi lez e were dayîn, ji bo meşandina xebatên mînakdar herêmên pîlot werin destnîşankirin.