Agbabayê CHP’yî: Li Stenbolê di rojekê de 20 kes mirin
Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê û parlementerê Meletiyê Velî Agbaba diyar kir ku li Stenbolê di rojekê de 20 kes ji ber koronayê mirine.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê û parlementerê Meletiyê Velî Agbaba diyar kir ku li Stenbolê di rojekê de 20 kes ji ber koronayê mirine.
Agababa li ser hesabê xwe yê twîtterê got ku “Ji ber koronavîrusê li Stenbolê 20 kes mirin. Navê van kesan li cem dewletê qeydkirî ye.”
Agbaba got ku “Ji ber vîrusê di rojekê de 20 kes dimirin lê hikumet dibêje li 81 bajaran bi giştî 16 kes mirine. Ev skandal e.”
Li gorî hikumeta Tirkiyeyê ji 10’ê Adarê heta niha 108 kes mirine û 9 hezar û 217 nexweş hatine tespîtkirin.