Agahî ji nûçegihanên MA'yê Topaloglu û Eser nayê standin

Ji îşev ve agahî Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Sadik Topaloglu û Sadiye Eser nayê standin. Tê gotin polîsan bi ser mala Eser de girtiye.

Agahî ji nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sadik Topaloglu û Sadiye Eser nayê standin. Telefonên nûçegihanan girtiye û piştî ku ji ajansê derketine, ji saet 17.30'an ve agahî ji wan nayê standin. Her wiha hate gotin kesekî ku xwe bi polîstî daye naskirin li hevalê malê yê Topaloglu geriyaye û adrêsa mala wî xwestiye. Her wiha diyar bû ku polîsan bi ser mala Eser de girtiye û mala wê seh kirine. Polîsan agahî neda ku Eser hatiye destgîrkrin û piştî lêgerînê ji mal veqetiyane. Agahî ji du nûçegihanan jî nayê standin.