AGÎF'ê girtina saziyên Kurdan şermezar kir

AGÎF'ê girtina MÎR Muzîk û Weşanxaneya Mezopotamyayê şermezar kir û got, "Em bang li dewleta Elman dikin ku li gorî polîtîkayên berjewendiyê yên emperyalîst destekê nede dewleta Tirk û Erdogan ê dîktator."

Federasyona Karkeran a Koçber li Elmanyayê (AGÎF), li ser girtina MÎR Muzîk û Weşanxaneya Mezopotamyayê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, dewleta Elman ku dest ji têkiliyên siyasî, aborî û leşkerî yên bi dewleta Tirk û dîktator Erdogan bernade, bi qasî wî êrîşî gelê Kurd û saziyên demokratîk dike.

AGÎF'ê diyar kir, saziyên gelê Kurd ên li Elmanyayê ku ji bo pêwîstiyên çandî, civakî û perwerdeyî yên gel ava bûne, dibin hedefa zîhniyeta qedexekar a li Elmanyayê.

Di daxuyaniyê de bang li dewleta Elman hate kirin ku li gorî polîtîkayên berjewendîparêz ên emperyalîst destekê nede dewleta Tirk û dîktator Erdogan û hate gotin, "Em bang li dewleta Elman dikin ku dawî li êrîşkariya xwe ya li ser saziyên Kurdan berde. Di serî de gelê Elman em bang li mirovên pêşverû û demokratan dikin ku biryara Wezareta Karên Hundir a qedexekirina MÎR Muzîk û Weşanxaneya Mezopotamyayê şermezar bikin."