AFP: Li Efrînê jin ji bo şervanên Kurd seferber bûn

AFP’ê alîkariya jinên Kurd  ên ku bi banga Kongreya Starê alîkariyê bi şervanên YPG, YPJ’ê re dikin, kir nûçe.

Ajanda nûçeyan a Fransiz AFP’ê bi nûçeya bi navê ‘’Li Efrînê jin ji bo şervanên Kurd seferber bûn’ bal kişande ser wê ku jinên nikarin biçin eniyê çawa alîkariyê didin şervanan.


Di nûçeyê de hate gotin jin bi banga Kongreya Star kom çêkirine, ji bo şervanan xwarinê çêdikin û ev kar dane ser milê. Di nûçeyê de her wiha tê destnîşankirin ku jinên Kurd jî guh dane banga seferberiyê ya kantona Efrînê û li dijî Tirkiyê û çeteyên wan destekê didine şer.


 ‘HETA KU DILOPEKE XWÎNÊ BI ME RE HEBE EM Ê BIPARÊZIN’
Di nûçeyê de tê gotin, jinên ku xwe dane ber amadekirina xwarina şervanan pir bi moral in û cih da gotinên jineke bi paşnavê Ebdo. Ebdo ku diya 4 zarokan e dibêje, ‘’Heta ku dilopeke xwînê bi  me re hebe em ê bi şervanên xwe re Efrînê biparêzin.’’


Emîne Hemo ku tê diyarkirin endama Kongreya Starê ye dibêje, ‘Em bi armanca ku destekê bidine şervanên YPG’ê û YPJ’ê li vir in.’’


Di nûçeyê de tê destnîşankirin ku li Sûriyê pi piranî weheviya jin û mêran tine, xwedî avaniyeke civakî ya mihefezakar e lê li Rojava ev wekhevî hatiye danîn. Di nûçeya AFP’ê de tê gotin Kurd pê şanaz in ku girîngiyê didine wekheviya jin û mêran.