Aborînas Sonmez: Çareseriya krîza aborî ya li Tirkiyeyê, polîtîk e

Sonmez da xuyakirin, ku çareseriya krîza aborî ya li Tirkiyeyê ne aborî ye, lê polîtîk e û ji bo azadiyê jî işaret bi girîngiya xurtkirina têkoşînê û tifaqa mûxalefetê kir.

Sonmez da xuyakirin, ku krîza aborî ya heyî firsendê dide mûxalefetê û destnîşan kir, ku li şûna temaşekeriyê, pêwîstî bi pêngavên polîtîk heye. Sonmez diyar kir, çarenesî ne aborî ye, lê polîtîk e û ji bo azadiyê jî işaret bi girîngiya xurtkirina têkoşînê û tifaqa mûxalefetê kir.

Aborînas-Nivîskar Mûstafa Sonmez ji ANF'ê re axivî û anî ziman, krîza heyî ya aboriyê ji krîzên salên 2001 û 2009'an cudatir e.

Sonmez got, "Krîza 2001'ê krîzeke ji herêmê derketibû. Bi temamî krîzeke aboriyê bû; Krîzek ji pirsgirêka maliyeta cemaweriyê, valahiya carî û enflasyona bilind pêk dihat. Bandora cîhana derve ya li vê krîzê kêm bû. Li cîhana derve krîz tine bû. Çareseriya xwe jî bi tedbîrên aborî pêk hat. Ji ÎMF'ê kredî hate xwestin."

Sonmez da xuyakirin, ku krîza 2009'an de jî bi rengekî global dest pê kir û bandor li hundir kir. Sonmez anî ziman, vê yekê heta astekê rê li ber rewşeke şikestinê vekir û enqazek afirand. Sonmez diyar kir, AKP'ê di wê demê de mîna roja îro civak ji hev cuda nekiribû, lewma rîskên polîtîk tine bûn û got, "AKP di wê demê de li dijî Yekîtiya Ewropa, Rojhilava Navîn û siyaseta Kurd, bi qasî îro şer nedikir. Yek ji xalên cudahiyê dixe navbera krîzên wê demê û ya îro ev e. Ji ber ku cîhana derve hê di krîzê de bû, sermayeya derket, piştî 6 mehan vegeriya. Niha hin bandor ji derve tên kirin. Vê carê ne krîz e, lê belê zindîbûna Amerîkayê bandoreke neyînî li Tiriyeyê dike. Dînamîkên bingehîn ên krîzê di hundir de ne. Girêdana bi derve ve zêde bûye, dowîzên hatine girtin baş nehatine bikaranîn û vê yekê rê li ber zexteke giran vekiriye. Li hundir jî, di warî polîtî de civak ji hev qut bûye, dûr ketiye. Rîskên polîtîk gelekî zêde bûne. Bi cîhana derve jî re şer tê kirin. Bi Yekîtiya Ewropa, Rojhilata Navîn, Rûsya û Amerîkayê re. Ev yek rîskên polîtîk derdixîne pêş."

'ÇARESERÎ BI RÊYÊN ABORÎ PÊK NAYÊ'

Sonmez li ser rê û rêbazên çareseriyê jî ev nirxandin kir:

"Çareserî di aboriyê de nîne. Çima TUSÎAD'ê negot 'van tedbîrên aborî bigirin?' Ji ber ku pirsgirêk ji aboriyê wêdetir, polîtîk û jeopolîtîk e. Sermaye çima xwe vedigire? Ji ber ku rîskên polîtîk zêde dibîne. Bêguman rewşeke şikestinê ya aborî heye."

Sonmez destnîşan kir, ku bi zêdekirina faîzê re çareserî nabe û destnîşan kir, ku çareserî bi azadiya medya û ramanê, bi mafên mirovan û hiqûqê re, di veguherîna polîtîk de ye. Sonmez got, "Yekîtiya Ewropayê ev yek bi awayekî vekirî xwest. Li hundir jî TUSÎAD'ê ev xwest. Got 'li dewleta hiqûqê vegerin'. AKP niha li ber vê radibe. Naxwaze niha bike, ji ber ku rejîm li vir asê bûye; jê heye ku bi otorîter û totalîterbûyînê dikare ji dosya û barên xwe rizgar bibe. Di navbera giraniya zexta aboriyê û vê rewşê de asê maye. Ev yek wê AKP'ê tengav bike û dibe ku biderizîne. Ji ber ku di dorê de MUSÎAD, sermayeya alîgir û hilbijêrên wan bi xwe hene. Li aliyê din, vegera li dewleta hiqûqê jî wê Qesrê û yên li derdora wê tengav bike."

DIVÊ MÛXALEFET ÇI BIKE?

Aborînas Mûstafa Sonmez li ser helwesta mûxalefetê jî ev nirxandin kir: "Divê mûxalefet bi tedbîrên aboriyê neyê. Lazim e mûxalefet bi daxwazên demokrasî, dewleta hiqûqê, cihêbûna hêzan, azadiya ramanê, azadiya medyayê, hurmeta li hilbijêran, azadiya nasnameyan û peydakirina cihê kar, derkeve pêş. Pêwîstî bi pêngaveke polîtîk heye û divê daxwaza îstifaya AKP'ê were kirin. Pêwîstî pê heye ku CHP, HDP û sosaylîst di vê rêyê de bi hev re tevbigerin, tifaqê bikin. Ev krîz, tevî rîskên giran, gelek derfet jî afirandiye. Momenteke bi vî rengî heye. Lazim e li ser vê bifikirin."