Abdûllatîf Çekîn hat girtin

Abdûllatîf Çekîn hat girtin

Li Sêrtê, Abdûllatîf Çekîn ê ji ber sûcdariya zayendî li edliyê hatibû berdan, lê li ser dijderketina dozgeriyê ji nû ve hatibû binçavkirin, hat girtin.

Alîkarê Şaredarê Sêrtê Abdûllatîf Çekîn ê ji ber sûcdariya zayendî ya li dijî du zarokên keç hatibû binçavkirin lê ji aliyê edliyê ve hatibû berdan, li ser dijderketina dozger Mûtlû Bûlût ji nû ve hatibû binçavkirin.

Li edliyê, biryara girtinê li rûyê Çekîn hat xwendin û dûre ew şandin girtîgehê.

Bi ronîbûna bûyerê re BDP'ê hemû têkiliyên xwe bi Çekîn re qut kiribû, Çekîn jî dabû xuyakirin ku wî ji hemû wezîfeyên xwe îstifa kiriye.