ABDEM: Bila ji malbatên Roboskê lêborîn bê xwestin

ABDEM: Bila ji malbatên Roboskê lêborîn bê xwestin

Meclisa Demokrasî û Aştiyê ya Ewaropayê (ABDEM) ji bo ku komkujiya Roboskê ronî bibe, bang kir ku divê lêborîn ji malbatan bê xwestin.

ABDEM’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku komkujiya Roboskê ya di 2011’an de pêk hat 34 kurd hatine qetilkirin û destpê ji rayagiştî hatiye veşartin û piştre kujer hatine sansurkirin.

Hat gotin ku piştî çapemeniya tirk bûyer ragîhand vê carî serî li riyên veşartinê dane û wiha got: “Gundiyên bêguneh wek PKK’î îlan kirin.  Lê ev hewldanên wan encam neda.  Piraniya wan ku zarok bûn rastî derket holê ku hemû gundîne.

Ligel vê kesên komkujî pêk anîn, nehatin cezakirin. Ligel vê serokwezîrê tirk Erdogan piştgirî da komkujiyê. Bi gotina; Çi karê we li wir hebû? Kurdên bêguneh sûcdar kir.”

Ligel ku di navberê de du sal derbas bûn jî di doza Roboskê de tu pêşveçûn tune. Ev cînayeteke hiqûqiyê ye.

Ligel ku du sal derbas bûye jî di serî de malbatên Roboskê, welatparêz û aliyên şoreşger û demokratî têkoşîna mirovahiyê dane. Bîrana Roboskê ji ber helwesta hikûmetê hêj tezeye. Hêj dişewite. Heta ku kujer neyên cezakirin neyên lêpirsînkirin dê têkoşîn bidome. Em dê gelê Roboskê tenê nehêlin. Em dê pêşe kujeran bernedin. Em kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêz bibîrtînin. Ji bo ku komujî ronî bibe dê piştgiriya me bidome. Divê berpirs bên darizandin û her wiha ji malbatên ku zarokên xwe wenda kirine lêborîn bê xwestin.”