Abbas: Heta ku dagirkerî neqede, aştî û aramî nabe

Serokdewletê Filistînê Mahmûd Abbas diyar kir, heta ku dagirkeriya Îsraîlê neqede aştî nayê Rojhilata Navîn.

Mahmûd Abbas li ser peymana navbera Îsraîl û Îmarat a ji bo asayîbûna têkiliyan daxuyaniyek weşand.

Abbas diyar kir ku ev peyman bi tena serê xwe têrê nake ku aştiyê bîne Rojhilata Navîn. Abbas bal kişand ser dagirkeriya Îsraîlê ya li Filistînê û destnîşan kir ku bidawîbûna dagirkeriyê û naskirina mafên gelê Filistînê ji bo aştiyê şert e.

Di daxuyaniya Abbas de hate gotin, "Heta ku dagirkerî neqede (Ya li Filistînê) û hurmet ji mafên gelê Filistînê re neyê dayin, kî dibe bila bibe li herêmê ji bo kesî aştî, ewlekarî û aramî nabe."