Şik ji medya û siyasetê re got: Bi rûmet tevbigerin!

Parlementerê HDP’ê Ahmet Şik di civîna ji bo Onûr Hamzaoglû de axivî û got, “Ez bang li endamên saziya darizandinê, medya û siyasetê dikim ku bila bi rûmet tevbigerin.” Îbrahîm Kaboglû yê CHP’yî jî got ku, “Xwestina aştiyê ne sûc e.”

Danişîna doza Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onûr Hamzaoglû wê di 19'ê Tîrmehê de li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. Têkildarî danişîna doza Onûr Hamzaoglû, Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik û Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Îbrahim Kaboglu, li Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) civîna çapemeniyê li dar xistin.

Sekreterê Giştî yê TTB'ê Bulent Nazim Yilmaz, diyar kir ku nêzî 6 meh in Hamzaoglû girtî tê darizandin û wiha got: "Em carek din îlan dikin ku em li Hamzaoglû xwedî derdikevin. Em vê hefteyê ji bo Onûr Hamzaoglû hefteya azadiyê îlan dikin. Hamzaoglû ne kesekî ji rêzê ye û tenduristiya civakî esas digire. Ger ku Onûr Hamzaoglû dibeje aştî, we demê şer zerarê dide tenduristiya civakê."

Parlamenterê CHP'ê Îbrahim Kaboglû jî bal kişand rola Onur Hamzaoglû û wiha got: "Dema Onûr Hamzaoglû tê gotin Dilovasi tê aqilan. Onûr Hamzaoglû ji bo Dilovasi gelek xebat kirin û kirin rapor.  Daxwaza aştiyê ne sûc e.  Ewil wekî îmzekarên Kocaeliyê hatibû destgîrkirin. Ez û wekî min bi hezaran mirov li dijî qanûnan û hiqûqê hatin destgîrkirin. Em ji zanîngehê hatin îxrackirin. Em dîsa dibêjin daxwaza aştiyê ne sûc e. Hamzaoglû, ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin. Ev sûcê zagonî ye."

Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik jî ani ziman ku di rejîmên faşîzm û otorîter de li şûna liyakat, biat serdest e, û li şûna rastiyan derew serdest e û Tirkiye ji yek ji welatan e. Şik, anî ziman ku hevalên wan Onûr Hamzaoglû jî ji ber vê polîtîkayê girtî ye. Şik, da zanîn ku ji Zanîngeha Bogazîçî heta ODTU hewl dide fikrên xwe serdest bike û rejîma xwe li van deran têxe meriyetê." 

Şik, da zanîn ku Onûr Hamzaoglû  ji ber danezan îmze kir û aştî xwest hat girtin û wiha got: “Ez bang li endamên saziya darizandinê, medya û siyasetê dikim ku bila bi rêzdarî tevbigerin."