Şik: Gelo kujer planên nû yên komkujiyan dikin?
Parlamenterê Stenbolê yê HDP'yî Ahmet Şik dema li parlamentê diaxivî, AKP'yiyan êrîşî wî kirin.
Parlamenterê Stenbolê yê HDP'yî Ahmet Şik dema li parlamentê diaxivî, AKP'yiyan êrîşî wî kirin.
Madeyên ji bo mayindekirina Rewşa Awarte di bin navê "Guhertina hin qanûn û biryarnameyan" li meclîsê tên lidarxistin. Parlamenterê Stenbolê yê HDP'yî Ahmet Şik li ser mijarê mafê axaftinê girt, lê belê axaftina wî ji aliyê AKP'yiyan ve hate birîn.
Wekîlên AKP'yî nehiştin ku Şik axaftina xwe temam bike û êrîşî wî kirin.
Şik di axaftina xwe de bi bîr xist ku desthilatdariya AKP'ê hewl dide qanûn, çek û dadgeriyê bike amûrên xwe yên kuştinê û got, "Bi vê metna qanûna nû re ku we danîne pêşiya me, hûn dibin karîkaturekî erzan ê darbekaran."
Şik destnîşan kir ku êdî li Tirkiyeyê li gorî hiqûqa ji normên gerdûnî, mafê jiyanê yê welatiyekê/î bi tenê jî nîne û di vî warî de çend mînak da:
"Çend roj beriya hilbijartinê li Pirsûsê sê ferdên malbata Şenyaşar li nexweşxaneyê hatin kuştin. Tevî ewqas şahidan, dîmenên kamera û delîlan jî, kujerên vê komkujiyê hatin parastin. Jin û zarokên ji malbata Şenyaşar ên sax mane, neçar man ku Pirsûsê biterikînin. Gelo hûn ji ber vê yekê li ber xwe nakevin?
Di serî de Hevserokên berê yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, bi girtina hilbijartiyan re gelo hûn naxwazin wan tine bikin?
Ji bo parlamenter Enîs Berberoglû û Leyla Guven li girtîgehê bihêlin, çi ji destê we tê hûn nakin?
Hûn baş pê zanin: Kujerên Roboskî bi hêza ku ji necezarkirinê digirin, gelo dibe ku li pişt deriyên girtî planên nû yên ji bo komkujiyan dikin?"
Dema ku Şik axaftina xwe dewam kir, beşek ji AKP'yiyan bi ser wî de meşiyan.
Piştî ku AKP'iyan êrîş birin ser Şik û axaftina wî birîn, parlamenterên HDP'yî ji bo şermezarkirina vê êrîşkariyê rûniştina parlamentê terikandin.