Şewbê derbeke giran li mafên jinan xist

Di encamên koronavîrusê de tê dîtin ku bandora zêdetir li ser mafê jinan hatiye kirin. Bi taybetî li welatên wekî DYE’yê derbeke giran li mafên jinan ket.

Di meha Nîsanê de Neteweyên Yekbûyî raporek amade kiribû û tê diyar kiribû wê şewba koronavîrusê herî zêde bandorê li ser mafên jinan bike û ji bo parastina mafên jinan welatên endam hişyar kiribû. Lê rewşa heyî diyar dike ku gelek welatan guh nedane hişyariyan.

Di demên krîz û şewban de berê jî jin mexdûr dibûn. Lê bi Covîd-19’ê re derket holê ku mafê hemû jin û mêrên dinyayê ne wekî hev e.

BI MILYONAN JIN JI MAFÊ XWE YÊ KURTAJÊ BÛN

Bi taybetî li DYE’yê jin ji gelek mafên xwe dibin. Yek ji mafê sereke jî mafê kurtajê ye. Li gelek eyaletên DYE’yê bi biryarên ne qanûnî pêşiya kurtajbûna jinan tê girtin.

Eyaletên Alabama, Arkansas, Lowa, Loûîsîana, Teksas, Ohîo, Tennessee û Vîrgînîya Rojava bi hinceta Covîd-19’ê prosedurên derbarê kurtajê dan sekinandin. Van eyaletan biryar dan ku wê emeliyatên kurtajê nekin. Argumana van eyaletan jî ev e ku “Di demên şewbê de, divê ranzayên nexweşxaneyan vala be û bijîşk jî kincên ji bo parastina ji vîrusê bi tasarûf li xwe bikin.”

Profesora Hiqûqê ya Zanîngeha Florîdayê Mary Zîegler rexneyên tund li feraseta li ser kurtajê ya van eyaletan kir û got, “Beriya şewbê jî dihate xwestin mafê kurtajê ji destê jinan were girtin. A niha jî şewbê dikin sedem û kurtajê asteng dikin.”

Li DYE’yê biryara sekinandina kurtajê ya 8 eyaletan bandor li milyonan jinan kir. Wekî gelek welatan ji ber ku mirov li malê dimînin, êrîşên zayendî û fizîkî yên li ser jinan jî zêde bûye.

Zanîngeha Sîmon Fraser a Kanadayê li ser 5 şewbên di 20 salên dawîn de lêkolînek kiribû. Di encama lêkolînê de diyar kiribû ku jin û mêr bi qasî hev bêkar dimînin lê jin li gorî mêran derengtir kar dibînin û hatina wan jî kêmtir e.