BI DÎMEN

Şervana YPJ’ê: Banga Rêbertiyê wê bigihêje serketinê

Şervana YPJ’ê Siyajîn Bawer diyar kir ku peyama Rêber Apo peyameke cîhanî ye û got, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi pêşengiya Rêber Apo wê bigihêje serketinê."

Di sedsala 21’an de hêza jinê cardin mohra xwe li dîrokê dixe. Vê carê bi navê YPJ’ê hêza parastina jin bi nasname û vîneke azad xwedî li erka xwe ya dîrokî derdikeve. Bendava Tişrîn bi bedelên gelek giranbûha re wek ‘’Bendava Şehîdan’’ hat binavkirin. Di vê bendavê de dubare Egîd û Zîlanên van xakan xwe nûjen dikin. Bêguman têkoşîna hêza parastinê û hêza gelê şoreşger tevahî êrîşên dagirkeriyê pûç kiriye. Ev yek baweriyek wisa ye ku ruh, aqil û beden bi yek armancî de têdikoşe.

BERXWEDANA YPJ’Ê LI HER DERÊ BELAV BÛ

Şervana YPJ Siyajîn Bawer nezî sê meh in di berxwedana Bendava Tîşrînê de cihê xwe digire ji ANF’ê re axivî. Şervana YPJ’ê Siyajîn Bawer tevlîbûna xwe ya despêka şerê Bendava Tîşrînê wiha parve kir: "Bi taybetî berxwedaniya me ya fermandar û şervanên YPJ’ê di Bendava Şehîdan de bûye cihê hêz û moralê. Min jî hêza xwe ji vê yeke digirt. Ew sekin û berxwedana YPJ’ê di nava cîhanê de deng veda. Yê ku berê vê pêvajoya Bendava Tişrînê da guhartin yek jî hêza jin a YPJ’ê bû. Di eniyên şer de birîndarî û şehadetê hevalên jin çêbûn. Bêguman ev sekna hevalên şehîd û birîndariya rêhevalên me jî di me de vîneke xurt da avakirin û ji bo me mînakên jiyana azad in.

JI NÊZ VE ŞAHIDIYA BERXWEDANÊ KIR

Di eniyê de ruhekî canbexşane her li pêş e. Ez cara yekemîn di şer de cîh digirim û min vîna azad û şerkeriya jin çawa ye ji nêz ve şahidiya wan kêliyan kir. Ev yek ji bo min bû rênasiyeke têkoşînê. Armanca min timî hêza xwe naskirin bû. Ji bo ku were nasîn ez ne dilgîrtiyeke malê me. Di her qadê têkoşînê de jin dikare şer bike û bibe xwedî mîsyoneke mezin. Bi beşdarbûna şerê Bendava Tişrînê de min ev yek dît ku şerê rastî çawa tê kirin û sekna li hember dagirkeriyê pêwîste çawa be."

‘PEYAMA RÊBERTIYÊ PEYAMEKE CÎHANÎ YE’

Şervana YPJ’ê Siyajîn Bawer ji bo bangawazi ya ku 27’ê Sibatê Rêber Rêber Apo kirî, wiha got: "Di serî de bi wêneyekî jî be dîtina Rêbertî kelecan, moral û hêzeke mezin da min. Peyama Rêbertî peyameke cîhanî ye. Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi pêşengiya Rêber Apo wê bigihêje serketinê. Em ê peyama Rêbertiyê ji xwe re bikin bingeh û li ser vî esasî rêxistinbûn û têkoşînê pêş bixin."