'Şerê bi giyana Kobanê rê li ber serketinê vedike'
Şervanên YPJ'ê Barîna Baran û Ronahî Arîn ên li Kobanê şer kirin, di salvegera serketina berxwedana Kobanê de li eniya berxwedanê ya Efrînê ne.
Şervanên YPJ'ê Barîna Baran û Ronahî Arîn ên li Kobanê şer kirin, di salvegera serketina berxwedana Kobanê de li eniya berxwedanê ya Efrînê ne.
Şervanên YPJ’ê Barîna Baran û Ronahî Arîn ên li Kobanê şerkirine, di salvegera azadiya Kobanê de li eniya şerê Efrînê ne.
Di berxwedana Kobanê de ya li hember çeteyên DAIŞ’ê şervanên YPJ’ê bi tilîliyên xwe tariya şevê çirandin û sermaya çilê zivistanê germ kirin û li ser axa pîroz keziyên xwe yên serhildêr gihandin tîrêjên rojê. Ew di deriyê nemerdiyê re derbas nebûn û bedena xwe li pêşiya tangan kirin mertal ji bo Kobanê, ji sofreya guran xelas bikin. Şervanên YPJ’ê yên li hember hişmendiya jinê nekarîn xwe biparêzin, divê ew bên parastin, bi înat li hember dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê şer kirin û Kobanê bi ser xistin niha jî li Efrînê li hemberî heman hişmendiyê şerdikin. Ji şervanên YPJ’ê Barîn Baran diyar kir ku ew li gel çar birayên xwe hatine di berxwedana Rojava de şer dikin.
‘BI BIRAYÊ XWE RE DI HEMAN ENIYÊ DE NE’
Barîn da zanîn ku li gel birayê xwe di heman eniyê de şerkirin şanaziyek mezin e û wiha domand: “Ez û çar birayên xwe hatin tevlî berxwedana Rojava bûn. Di sala 2014’an de ez û du birayê xwe em derbasî Kobanê bûn. Şerê Kobanê bangor li me kir û ji bo şerê li wir cuda bû. Bi birayê xwe re şerê di heman eniyê de ji bo min giringiyek xwe ya mezin heye. Di îlona 2014’an de di eniya şerê Kobanê de ez hîn bûm ku birayê min Berxwedan Baran ê ku em bi hev re hatine şehîd ketiye. Weke her hevalek min, şihadeta birayê min jî ez êşandim û hêrsa tolhildanê bi min re zêde kir. Wê demê ez jî birîndar bûm. Birayê min heval Dilovan di şerê Serêkaniyê de, heval Demhat jî di Hamleya Reqayê de şehîd ketin. Ez û birayê xwe yê dinê jî niha di nava ‘Berxwedana Serdemê’ ya Efrînê de cihê xwe digirin.”
Barîn balkişand ser aliyê erdnîgariya Kobanê û wiha berdewam kir: “Di aliyê erdnîgarî de Kobanê girîng bû, ji bo ku Cizîr û Efrînê ji hev veqetîne Kobanê kirin hedef. Ji bo wê jî tiştek nema neceribandin ser me. Di şerê Kobanê de em hînî gelek tiştan bûn. Ez di şerê Cizîrê de jî mam lê Kobanê cuda bû. Wê demê jî Erdogan digot: ‘Ti nemaye ku bikeve’. Ya Kobanê li ser lingan girt hevaltî bû, hevaltiya me serkeftin anî.”
‘BAWERIYA HEVALAN HÊZ DIDA MIN’
Barîn balkişandE ser bixwebaweriya ji berxwedana Kobanê girtî û wiha pê de çû: “Weke jineke ku li Ewrupa jiyanyî baweriya min pir bi min nebû despêkê, lê dema ez çûm despêkê me perwerda şervanên nû dît paşê jî em ketin eniya şer. Baweriya hevalan da min hêla ku ez di eniyên de cih bigirim. Hevaltiya wan pir ez dame ber xwe. Ji xwe despêkê jî ji çalakiya heval Arîn Mîrkan ez dame ber xwe û hatim”
‘EM DI BERXWEDANA SERDEMÊ DE NE’
Barîn got niha jî bi heman giyanê di ‘Berxwedana Serdemê’ ya Efrînê de cih digirin û wiha pê domand: “Em niha li Efrînê ne, ger me li Kobanê bi serxistiye em ê li Efrînê jî bi ser bixin. Ew tecrubeyên me ji Kobanê girtî em ê li Efrînê hîn zêdetir pêk bînin. Gelê Efrînê bi berxwedêriyek mezin disekine; ji bo vî gelî çi bê xwestin em ê bikin.”
‘WEKE KOBANÊ EM BI VÎNÊ BI SER DIKEVIN’
Ji şervanên YPJ’ê Ronahî Arîn jî ‘Berxwedana Serdemê’ ya Erfînê wiha anî ziman: “Kelha berxwedanê Kobanê di dîroka cihanê de bû efsaneyek mezin. Hêzên deshilat xwestin Kobanê di her warî de têk bibin. Xwestin şoreşa Rojava di Kobanê de bifetisînin. Berxwedana hevalên me yên şehîd hemû êrîşên wan pûç kirin. Niha jî bi navekî cuda çeteyên Tirkan êrîşî Erfînê dikin û dixwazin şoreşa Rojava tine bikin. Di pêvajoya Kobanê de jî bi hemû teknîka xwe ve hatin nekarîn li hember vîna hevalên me, qilêş û bombeyên me serkevin. Ji ber wê demê jî tenê di destê me de qilêş û bombe hebûn. Bendewariyên me wê demê jî ji kesê nebû. Tenê hêza me gelê me bû. Ji her çar aliyên welat û derve ji gelek gelên din jî hatin tevlî berxwedanêbûn.”
Ronahî da zanîn ku berxwedan ji fikir û îdeolojiyê tê û wiha domand: “Gelek hevalên li kêleka min ên di nav çeperan de mehek bû hatibûn nava şer, lê ewqas bi îsrar bûn mirov şaş dima. Hemû jî di ferqa wê de bûn, di Rojava de qedera mirovahiyê tê diyar kirin.”
‘EV Ê GAVA MIN A DAWÎ BE’
Ronahî kêliyeka berxwedana Kobanê jî wiha anî ziman: “Ew bi tangan ser me de dihatin. Di gundek nêzî bajar de dixwazin me bigihînin bajar û di bajarê Kobanê de me tine bikin. Lê wan berxwedan û vîna hevalên me nas nedikirin. Heval Çekdar wê demê biçukê me bû, dema ku li peyî xwe nêrî bajar dixwiyê got: ‘Ev ê gava min a dawî be, her em biçin taloke nêz dibe.’ Em gavek pêş de hatin. Heval Çekdar nepejirand em hemû mat mane wê çi bike. Heval Çekdar xwe di kêleka rê de veşart heya tang hat bi du bombeyan xwe avêt bin tangê, tang teqand ji bo ku nede pey hevalan. Ev jî vîna şer û textîkên hevalên me yên şerkirinê dide nîşandan. Dema me li heval Çekdar nêrî ev vîn ji ku tê, ji bo hemû hevalan bû çavkaniya hêzê. Ev tenê mînakek bû, gelek hevalên me çalakiyên wiha giyan didin jiyanê pêkanîn.”
‘LI SER GIRÊ MIŞTENÛRÊ XEYALA DÎLANÊ GERANDINE’
Ronahî watedarkirina şer, jiyan û şehadetê bi xeyalên hevalên xwe yên şehîd ve wiha bilêv kir: “Di şer de mirov wate dide jiyanê. Dema min li kêleka hevalên xwe şer kir wate da jiyanê, hevaltiyê û her tiştî. Xeyalên gelek hevalan ew bû ku piştî azadiya Kobanê li ser Girê Miştenûr dîlanek mezin bigirin, ew heval piranî şehîd bûn. Weke ku wê rojê hîs dikirin û dizanîn rojek wiha nêz e, herî dawî her çendî piranî ji wan hevalan nebûn jî dîlanek mezin li ser Miştenûrê hat girtin. Xeyalên hevalên me yên şehîd ên pir mezin hebûn. Hevalên me yên weke Arîn ji ber di demên pir giring de fikirîn û çalakiyên mezin kirin ji bo wê bû sembola jina azad. Her çendî di dema azadiya Kobanê de ez li wê nebûm jî min dema bihîst hema bîkîsî da destê xwe û li ser hev gule berda. Niha jî dema navê Kobanê tê gotin canê min di nava xuhdanê de dimîne. Weke ku ew hevalên giyana xwe ji bo Kobanê feda kirin hemû li ser Miştenûrê govendê digerînin. Wê demê min hîs dikir ku azadiya Rêbertiyê nêze, niha jî heman hîsan dijîm.”
Ronahî destnîşan kir ku cihgirtina wan weke jin di eniyên şer de bandorek mezin li ser gel kiriye û wiha berdewam kir: “Dema ku civakê bi çavên xwe dît jin di eniyê şer de ne êdî keçên xwe şandin çeperan û li kêleka me cih girtin. Deriyê bakur ê dawî bû, ger me ew derî derbas kiriba êdî Kobanê nedima. Lê yên herî zêde xwe dan pêş gotin tang û top ser me re derbasbin em ê bernedin YPJ bû. Di şerê deriyê hebûn û tinebûnê de hevalên jin pêşengî kirin. Li ser cihazê gotin em ê bernedin çi dibe bila bibe. Ev di hemû hevalan de giyana berxwedanê û hêrs mezin bû. Di wê de em bi ser ketin.”
Ronahî pilansaziya hêzên navnetewî li ser şoreşa Rojava jî wiha anî ziman: “Kobanê wê bidana Tirkan û DAIŞ’ê, Efrînê bidan muhalîfan û Cizîrê jî bidina PDK’ê, ev plansazî hîna berdewam dike. Rewşa Efrînê hinekî dinê jî cuda ye, li gel ku derdora wî sînorî jî miletê Efrînê di berxwedana Kobanê de cih girtin. Di Helebê de şeş salan bê ku zexîre tiştek bigihe wan li ber xwe dan li hemberî çeteyan. Wiha berdewam bike wê şer tenê di Efrînê de nemine, ji ber sînorek wê digihe Tirkiyê, yek digihe rejîmê yê dinê jî digihe hêzên dinê wê ji ber wê jî şer belavî derdor jî bibe. Amadekariyên gel hene. Em ê teqez vê salê bikin sala serkeftinê. Em hêzê ji vê sekna gel a berxwedanê digirin.”