Şer bi ruhê Arînan tê kirin
Ji fermandarên YPJ'ê yên Efrînê Yekbûn Basret got, "Li hemû eniyan li dijî dewleta Tirk a hevkarê DAÎŞ'ê berxwedaneke mezin heye."
Ji fermandarên YPJ'ê yên Efrînê Yekbûn Basret got, "Li hemû eniyan li dijî dewleta Tirk a hevkarê DAÎŞ'ê berxwedaneke mezin heye."
Şervanên YPJ'yî bi ruhê fermandara YPJ'ê Arîn Mîrkan li cih û warên wê şer dikin. Ev 12 roj in li hemû eniyan bi pêşengiya jinê berxwedaneke xurt heye. Ji 7 heta 70 salî jinên Efrînî bi ruhê seferberiyê li dijî dewleta Tirk a hevkarê DAÎŞ'ê li ber xwe didin û xwe diparêzin.
Fermandara YPJ'yî Yekbûn Basret li ser mijarê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî. Basret got, "Em ê ruh, rêbaza berxwedanê û jiyana bi felsefeya Rêber Apo ava bûye ti carî neterikînin" û destnîşan kir ku ew li Efrînê bersivê didin êrîşên li gelan tên kirin.
Basret got, "Li ser vê axê hevrêyên mîna Arîn ji dayik bûn. Ev der diyarê Arînan e. Li vî warî, ruhê ku bê nîşandan bê guman wê ruhê Arînan be."
Fermandara YPJ'ê ragihand, li pişt serketina heyî ruhê Arîn Mîrkan heye û got, "Tevahiya gel, di serî de jin bi ruhê Arîn li ber xwe didin. Sira serketinê di vî ruhî de ye. Rastiya gel û jinên şervan heye. Eger gel heta niha Efrînê vala nake û li hemû eniyan li cem şervanên xwe disekine, ev yek bi saya ruhê ku Rêber Apo û di şexsê Şehîd ArÎn de hemû hevrêyan dane me, pêk hatiye."
AVESTA RUHÊ BERXWEDANÊ MEZIN KIR
Basret bi bîr xist ku şervana YPJ'ê Avesta Xabûr li gundê Hemamê kete nava tanka Tirkan û çalakiya fedayî di hundir de kir. Basret destnîşan kir ev çalakî ruhê demê ye û got, di şexsê Avesta de careke din bi ruhê Arîn gavek hatiye avêtin. Fermandar Basret wiha dewam kir: "Avesta ku ewladeke Efrînê ye, weke şervaneke YPJ'ê li dijî tanka dijmin bedena xwe kir sîper. Bi rengekî fedayî êrîşî dijmin kir. Vê çalakiyê niha li Efrînê ruhekî mezin afirandiye. Bi rengekî şênber nîşanî me hemûyan daye ku jiyan, rêbaza berxwedanê ya hevrê Arîn çiqasî li ser vê axê serdest e."
HER ŞERVANEK ARÎNEK E
Fermandar Basret destnîşan kir ku her şervanên li Efrînê amade ne ku bi ruhê Arîn bi rêbaza Avesta li dijî dijmin şer bikin û got, "Hêzên me xwedî vî ruhî ne. Amade ne ku li dijî dijminê hov xwe bikin bombe, xwe bikin fîşek û feda bikin. Amade ne ku van êrîşan bişikînin. Dirûşma bingehîn a berxwedana me ev e; Bi ruhê Arîn em şer bikin û bibin Avesta."
DAYÎK ZAROKÊN XWE TÎNIN
Basret diyar kir, di bin êrîşên li dijî Efrînê de pergala azadiyê ya jinan heye û ji ber vî tiştî jin li çeperên şer in. Basret bal kişand ser vî tiştî ku ew ligel jin û dayîkên Efrînê di çeperên şer de ne û got, “Giyanê bingehîn ê çeperan jin e. Dayîk bi destê xwe, zarokên xwe tînin teslîmî vê tevgerê dikin. Ev ji bo me dibe moralekî gelekî mezin. Ev tê wateya rola jinê ya di şer de.”
PIŞTGIRIYA DAYÎKAN WÊ LI DÎROKÊ WERE NIVÎSANDIN
Fermandar diyar kir ku gelê Efrînî a niha bûne YPJ’yiyên manewî û bi vî giyanî tevlî nav berxwedanê dibin û got, “Dayîk di vê serdemê de wekî YPJ’yiyan tevlî nav şer dibin. Em ji vî tiştî gelekî hêzê werdigirin. Jin ji koordînekirina şer bigire, heta qadên tendirustî û cebilxaneyê jî di eniyên pêş ên berxwedanê de cih digirin.”
JÊDER: Yenî Ozgur Polîtîka/EGÎD EREN/OZGUR SERHAT