Şehîdên Sêwasê hatin bîranîn: Em nebin yek em ê bên kuştin

33 rewşenbîrên ku bi desteka dewletê li Sêwasê hatin kuştin, li cihê komkujiyê hatin bîranîn. Di bîranînê de hate gotin, "Eger dest û dilê me nebe yek, em ê li ber keriyê kujeran bibin pariyek."

33 rwşenbîr, nivîskar û hunermendên 2'ê Tîrmeha 1993'an li Sêwasê hatin qetilkirin, bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Çalakiya bîranînê li pêşiya Otela Madimakê pêk hat û Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) pêşengî jê re kir.

Tevî malbatên şehîdan, nûnerên rêxistinên Elewiyan, parlamenterên HDP û CHP'ê û nûnerênr êxistinên girseyî yên demokratîk tevlî çalakiyê bûn.

Girseya gel xwest ji bo bîranînê bimeşe, lê belê Walîtiya Sêwasê destûr neda meşê.

Li ser vê yekê çalakger ber bi avahiya Turk Telekomê meşiya ku bi 600 metreyî dûrî Otela Madimakê ye.

Çalakiya îsal a bîranînê diyarî doktor û helbestvan Behçet Aysan hate kirin û çalakgeran berdilkên spî li xwe kirin.

Girseya gel li cihê ku komkujî lê bû, qurnefîl danî ber otela Madimakê.

'DIVÊ DEWLET LÊBORÎNÊ JI ELEWIYAN BIXWAZE'

Serokê Giştî yê PSAKD'ê Ganî Kaplan li qada bîranînê axivî û diyar kir ku ji ber şewbê wan nekarî bang li hemû rêxistinan bikin.

Kaplan bi bîr xist ku 27 sal di ser komkujiyê re derbas bûye, lê hîn jî hesabê wê nehatiye dayin.

Kaplan diyar kir, heta ku Madimak bibe muzeya şermê wê li ber kom bibin û got,, "Em ê heta dawiyê şehîdên xwe li vir bi bîr bînin. Jiyana hevalên me hemûyan ji canê 33 şehîdên me bi qîmettir nîne. 27 sal in em bi vê şiyarê têdikoşin, ji niha û pê ve jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Rêya lihevkirina bi Elewiyan re lêborîna ji wan e. Em li bendê ne ku dewlet vê yekê pêk bîne."

'JI BO TIŞTEKÎ WIHA NEBE HER TIŞT DI DESTÊ ME DE YE'

Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşî Huseyîn Guzelgul jî got, "33 canên me li vî bajarî bi saxî şewitandin. 27 sal in edalet bi cih nehatiye û di ser re yên komkujî kirine û yên dane kirin şerm nekirine. Hîn jî şerm nakin... Em careke din soz didin ku em ê hesabê vê komkujiyê ji wan bipirsin."

Bi dewamî diyar kir ku zîhniyeta kujerên Madimakê dewam dike û got, "Hîn jî hinek radibin hewl dide ku yên şewitandine efû bike. Zanin ku efûkirina kujeran wê birînên civaka Elewî zêde bike. Eger dest û dilê me nebe yek, em ê li ber keriyê kujeran bibin pariyek."

'EV NE RÛDANEK E, KOMKUJÎ YE'

Huseyîn Karababa, birayê Gulsun Karababa ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, li dijî gotina 'rûdan'ê helwest nîşan da û got, ''Ev 27 sal in em bi hev re têdikşin. Em vê salê ji bo bîranîna Behçet Aysan dikin. Behçet Aysan doktorek bû, mirov rehet dikir. Ji vir bang li dewletê dikim: Ev ne rûdanek e, komkujiyek e.''

Wekîla HDP'ê Tulay Hatîmogullari jî got, ''Li vê cografyayê hingî komkujiyên Elewiyan zêde ne, lê ev hemû komkujî, zext nikarin şehîdên me yên dil û wijdanê me de bi me bidin jibîrkirin û semahên me rawestînin.''

Nivîskar Asim Bezercî ku li Otêla Madimakê li gel 33 reşenbîran hatî qetilkirin li Leventê li Goristana Zîncîrlîkuyuyê li ser gora xwe hate bibîranîn. Di bîranînê de li ser navê Meclîsa Hunerê Mehmet Esatoglu axivî û got,''Di 1993'yan Sêwazê de dengê gavên veşartî yên êşên mezin hene. Li welêt ji bo ku helwesta muxalîf bi temamî bêdeng bikim, li Pirsûsê, li Amed û Gara Enqerê bi sedan mirovên me parçe kirin. Em mirovên vî welatî ne. Em hay ji lîstikên xwînî hene. ''