Şehîdên meha Tîrmehê li Lînzê hatin bîranîn

Li bajarê Lînz ê Awûstûralyayê, şehîdên meha Tîrmehê hatin bibîranîn.

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lînzê bîranîn ji aliyê malbatên şehîdan ve hate lidarxistin.

Bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir, malbatên li derdorî bajarê Lîznzê tevlî bûn.

Di axaftinên li ser navê malbatên şehîdan hate kirin ev tişt hate gotin: “Di vê pêvajoyê de erkên mezin dikeve li ser milên malbatê şehîd û gerîlayan. Divê xwedî li mîras û bîranînên şehîdan bê derketin.”

Siyasetmedarê Kurd Bişar Serhet jî di bîranînê de axivî û got: “Di 14’ê Tîrmehê de, di kesayeta PKK’ê de xwestin dîroka gelekê tine bikin. Lê hesabê wan pêk nehatin, gelek di 14’ê Tîrmehê de li ser lingan bû û li ber xwe da. Divê em xwedî li mîras û bîranînên şehîdan derbikevin.”

Piştî axaftinan û şûnde sînevîzyoneke ku li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê hatibû amadekirin hate nîşandan. Bîranîn bi stranên hunermendê Kurd Delîl Xidir ve bi dawî bû.