Şehîdên meha Gulanê li Viyanayê hatin bîranîn

Şehîdên meha Gulanê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê hatin bîranîn. Qisekeran nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsên Tirk a li dijî dayikên berxwedêran dan.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê civînek pêk hat. Di destpêkê de sînevîzyonek hate nîşandan.

Endama Tevgera Jinê Avesta Nûrcan Guleryuz axivî û Roja Dayikan li dayikên Kurdistanê û hemû dayikan pîroz kir. Guleryuz bal kişand ser çalakiya dayikan a ji bo zarokên xwe yên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne û got, "Faşîzma AKP'ê êrîşî dayikên me dike, ku nirxên Kurdistanê ne. Em ji vê derê bang li dayikên xwedî wijdan dikin; li dijî AKP'ê û çeteyên wê yên faşîst, em xwedî li wan hevrêyan derkevin ku ji bo azadiya gelê Kurd di greva birçîbûnê de ne."