Şehîdên meha Gulanê li Rûsyayê hatin bîranîn
Kurdistanî û dostên wan ên li Rûsyayê dijîn, li goristana li herêma Yaroslavl a Rûsyayê merasîmeke bîranînê lidar xistin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Rûsyayê dijîn, li goristana li herêma Yaroslavl a Rûsyayê merasîmeke bîranînê lidar xistin.
Merasîma bîranînê li şehîdgeha Yaroslavlê hate lidarxistin, ku cenazeyên Tayhan (Ahmet Yildirim) û Cehat (Remzî Akûş) ên di sala 1999'an de li dijî komploya navneteweyî bedena xwe dan ber agir, lê hatine veşartin
Ji sala 1999'an û vir ve her sal Kurd û dostên wan ên li Rûsyayê dijîn, bi wesîleya meha Gulanê li vê goristanê merasîma bîranînê lidar dixin.
Nûnerê KCK'ê yê li Civaka Dewletên Yekbûyî Selahattîn Soro, Hevserokên Meclîsa Êzidiyên li Rûsyayê Cemalê Çeto û Pîr Manana, Serokê Komeleya Mezopotamyayê ya Moskowayê Refîkê Kamil, ji nûnerên Federasyona Bakurê Sûriyeyê li Rûsyayê Reşad Bênav, li ser navê malbatê şehîdan Apê Omer, Mahmûd Suleymanov û Ahmedê Keleş li vir axivîn.
Qisekeran diyar kirin, şehîd nirxên manewî yên gelê Kurd e û gelê Kurd li ser xeta Rêberê Gelê Kurd digihîne azadiyê.
Beşdarên merasîmê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Tevgera Azadiyê ya Kurd hildan û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" qîriyan.
Di merasîma bîranînê de endamê YPG'ê yê ji Kazakîstanê Çiya Rûs (Merdalî Suleymanov), ku di 23'ê Nîsanê de li Rojava şehîd bû, şehadeta wî hate ragihandin. Di merasîmê de wêneyê Çiya Rûs û plaket radestî kurê wî Mehmûd Suleymanov hate kirin.