Şehîdên meha Gulanê li Munchenê hatin bîranîn

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Munchenê (NCDK) merasîmek hate lidarxistin û şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.

Pêşengên şoreşger ên di meha Gulanê de şehîd bûn, li bajarê Munchen ê Elmanyayê hatin bîranîn. Merasîma bîranînê li NCDK a Munchenê pêk hat û gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, sînevîzyona ji wêne û dîmenên şehîdên meha Gulanê hate nîşandan. Piştre nûnerê NCDK'ê axivî û got, "Divê em nirxên ku şehîdên me ji me re hiştine li her qadê mezin bikin. Meha Gulanê ji bo Kurdan meheke girîng û watedar e. Mîrateya ku Denîz, Îbrahîm, Hakî, Mehmet Karasûngûr û Çaran li pey xwe hiştin, ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve hatin mezinkirin."