Şehîdên meha Gulanê li Belçîkayê hatin bibîranîn

Li bajarê Lîege yê Belçîkayê ji bo Şehîdên meha Gulanê merasîma bibîranînê hate lidarxistin.

Li bajarê Lîege yê Belçîkayê bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî û NCDK’ê Şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn û ji bo meha Remezanê xwarina mewlûdê hate dayîn.

AYDAR: LI DIJÎ QIRKIRINÊ EM DENGÊ XWE BIDIN HDP’Ê

Di merasîmê de Endamê Konseya Rêveber ê KNK’ê Zubeyir Aydar axivî. Aydar Hakî Karer û hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr anî û wiha got; “Tevgera me bi saya şehîdan heta van deran hatiye. Ji me tiştek nexwestin; tenê daxwaza wan canê xwe ji go gel, şoreşê û azadiyê feda kirin. Em denydarê wan in, ger em dixwazin xwedî li wan derbikevin divê em li ser rêya wan bimeşin.”

Aydar balkişand  ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê qala êrîşên qirkirinê yên AKP’ê li Kurdistan û mînaka Cizîr û Amed-Sûrê da. Aydar got divê hemû kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bide HDP’ê.

JI BO EFRÎNÊ BANGA PIŞTGIRIYÊ HATE KIRIN

Endama Federasyona Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) Hatîce Tûrhallî jî got meha Remezanê meha piştgirîdayînê ye û wiha got; “Fitreya herî mezin em bidin, piştgiriya ji bo gelê me yê Rojava ye.”

Di merasîmê de li ser navê KOMAW’ê Azîz Welat jî axaftinek kurt kir, Hevserokê NAV-BEL’ê Fehmî Çetînkaya jî helbest xwend.