Şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

Şehîdên meha Gulanê li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyan hatin bîranîn.

Ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê, li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

TOÛLOÛSE

Merasîma bîranînê ya li bajarê Toûloûse yê Fransayê, li Komeleya Elewiyan a Demokratîk hate lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê,  axaftin hate kirin û hate ragihandin ku wesîfeya her Kurdî ye ku xwedî li nirxên ji aliyê şehîdan ve hatine afirandin derkevin.

Di çalakiyê de sînevîzyonek li ser Şehîdên meha Gulanê hate nîşandan. Piştre malbata gerîlaya YJA Starê Sakîne Taş (Sara Tolhildan) ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di meha Nîsanê de şehîd bû, serdanên sersaxiyê pêşwazî kir.

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, Şehîdên meha Gulanê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatin bîranîn. piştî nîşandana sînevîzyonê li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan axaftin hate kirin û bang li hemû Kurdan hate kirin ku xwedî li têkoşîna şehîdan derkeve.

ATÎNA

Li kampa Lavrîon a Atînayê, ji bo bîranîna Şehîdên meha Gulanê çalakiyek hate organîzekirin. Li ser navê Meclîsa Ciwanan a Lavrîonê Egîd, li ser navê Navenda Çanda Kurdistanê Metîn swan û li ser navê komîteya Lavrîonê jî Firat Amed piştî deqeyeke rêzgirtinê axivîn û bal kişandin ser girîngî û wateya rojê.

Çalakiya bîranînê bi nîşandana sînevîzyonê qediya.

STOCKHOLM

Şoreşgerên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên di meha Gulanê de şehîd bûn, li paytexta Swêd Stockholmê hatin bîranîn. Siyasetmedarê Kurd Hasan Înce li vir axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a gelan.

Hevseroka Komeleya Çand û Piştgiriyê ya Gelan Vahîde  Yilmaz jî bibîr xist, ku dîroka Komara Tirkiyeyê ya li ser qirkirina 1915'an hatiye avakirin, dîroka komkujiyan e û anî ziman, di meha Gulanê de kadroyên herî hêja yên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê û Tevgera Neteweyî ya Kurd şehîd bûn.

Çalakiya bîranînê, piştî nîşandana sînevîzyonê bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.

ARNHEM

Li bajarê Arnhem ê Hollandayê, Komîteya Malbatên Şehîdan civînek ji bo bîranîna Şehîdên meha Gulanê lidar xist. Siyasetmedar Îdrîs Guzel û Hevseroka KCDK-E Şemse Gullu jî beşdarî civînê bû. Di civîna bîranînê de sînevîzyonek li ser Şehîdên meha Gulanê hate nîşandan.