Şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn

Li Fransa, Swîsre û Awûstûryayê ji bo Şehîdên meha Gulanê civînên bibîranînê hatin lidarxistin.

STRASBOÛRG

Li bajarê Fransa Strasboûrgê, Komîteya Malbatên Şehîdan ji bo bibîranîna Şehîdên meha Gulanê civîn lidarxist. Civîna bibîranînê ya ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat, li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan axaftin hat kirin û bal hat kişandin li ser têkoşîna azadiyê ya şehîdan ku bi merheleyan gihandine vê astê.

Piştî axaftinan sînevizyon hat temaşekirin.

SWÎSRE

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi tevlîbûna dehan kesan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) civîna bibîranînê hat lidarxistin. Piştî axaftina destpêkê merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û li ser navê NCDK,PYD û MLKP'ê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de, bal hat kişandin li ser girêdanbûna bi bîranîna şehîdan û divê  xwedî li bîranînê wan derbikevin. Piştî axaftinan sînevizyon hat temaşekirin û helbest hatin guhdarkirin.

GRAZ

Kurdistaniyên ku li bajarê Graz ê Awûstûrya û derdora wê dijîn, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê civîna bibîranînê lidarxistin. Di bîranînê de peyama Komîteya Malbatên Şehîdan hat xwendin û dia hatin kirin.