Şehîdên Efrînê li Swêdê hatin bîranîn

3 şervanên QSD'ê yên li Efrînê bi lehengî li dijî leşker û çeteyên Tirkan li ber xwe dan û şehîd bûn, li bajarên Söderhamn û Gävle yên Swêdê hatin bîranîn.

Sêal Heyder (Avaşîn Kesra) ku 8'ê Adarê li Efrîn-Cumika, Felek Ehmed (Gulbihar Hêlîn) a 9'ê Adarê li Efrîn-Cindirêsê û Serbest Mihemed (Serbest Serêkaniyê) yê 12'ê Adarê li Tebqayê şehîd bûn, bi merasîman hatin bîranîn. Hevserokê Navend Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Mîrza Behram li ser girîngiya şehîdan ji bo gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd axivî.

Birayê Sêal Heyder (Avaşîn Kesra) Rizgar Heyder, ap û jinapa wî axivîn û got, şehîd ji bo azadiya gelê Kurd canê xwe feda kiriye. Qisekeran soz dan ku wê têkoşîna şehîdan mezintir bikin.

Di merasîmê de hevpeyvîna beriya şehadetê Avaşîn Kesra bi televîzyonê re kir, hate weşandin.