Şehîdên Bestayê li Essenê hatin bîranîn

Di şexsê yek ji fermandarên HPG û YJA Starê Delal Amed de gerîlayên li herêma Bestayê di meha bihurî de şehîd bûn li bajarAê Essen ê Elmanyayê hatin bîranîn.

Civîna bîranînê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) û Saziya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) ve hate organîzeirinn. Komek ji ciwanan li ber sirûda 'Çerxa Şoreşê' ketin hundir û civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Ji KOMAW'ê Şengê Kahraman axivî û di şexsê Delal Amed de şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî. Kahraman destnîşan kir ku Amed xwedî ruhekî mezin ê fedayî û lehengek bû.

Bi navê TJK-E jî Zelal Amed axivî. Amed bi bîr xist ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi hezaran şehîd daye û got, "Ya ku dikeve ser milê me xwedîderketina li berxwedana wan e."

Amed anî ziman ku têkoşîna wan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya Kurdistanê wê dewam bike.

Piştre li ser navê Komalên Ciwanên Azad Gelhat Botan peyivî û destnîşan kir ku ciwanên Kurdistanê wê bi rêya kampanya 'Serî hilde' heta azadiya Ocalan bimeşin.

Ji NAV-DEM'ê jî Yildiz Fîlmcî û Engîn Sever axivîn û gotin, "Bi sekna xwe ya li nava pratîkê û bi xurtkirina rêxistinbûna xwe em dikarin layiqî wan bin. Em soz didin ku heta Rêberê me azad bibe em ê têbikoşin."

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Ataş jî di şexsê Delal Amed de şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî. Aktaş da xuyakirin ku berpirsyarê komkujî û qirkirina li Kurdistanê faşîzma AKP û MHP'ê ye û got, "li dijî vê yekê, gelê Kurd, tevgera PKK'ê û bi taybetî jinên Kurd bi xurtî li ber xwe dan."

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser şehîdên Bestayê hatibû amadekirin hate nîşandan.

KHozan Comer, Kawa Aktaş û Xalê Hecî Cemîl jî bi stran û helbestên xwe şehîd bi bîr anîn.