Şehîdên Amanosê li Berlînê hatin bibîranîn
Şehîdên Amanosê li Berlîna Elmanyayê hatin bibîranîn.
Şehîdên Amanosê li Berlîna Elmanyayê hatin bibîranîn.
Gerîlayên HPG’ê yên bi navê Mehmet Emîn Ari (Amed Rêdûr) û Ahmed Mûhammed (Baran Amanos) yên ku di 20’ê Mijdarê de li çiyayê Amanosê ya Hatayê di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dabûn li Berlînê bi civîneke girseyî hatin bibîranîn.
Meclîsa DEST-JIN, welatparêz û xizmên Amed Rêdûr tevlî bibîranînê bûn.
Birayê Amed Rêdûr, Teyfîk Ari di bibîranînê de axivî û diyar kir ku ew di şexsê Amed Rêdûr de hemû şehîdan bi bîr tîne û got, “Em sozê didin ku, em ê layîqî wan bin.”
Siyasetmedarê Kurd Firat Karakoçan jî axivî û diyar kir ku ne bi tenê di roja wan a şehadetê divê mirov her roj şehîdan bi bîr bîne û got, “Girêdayîbûna bîranîna wan deynê di stûyê me de ye”.
Bibîranîn bi sloganên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.