Şaredariyên Fransayê ji bo Efrînê bang li hikumetê kirin
Li Fransayê pênc şaredaran ji bo Efrînê nameyeke ji Wezareta Karên Derve re nivîsandin û jê xwestin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Tirk bikeve nava liv û tevgerê.
Li Fransayê pênc şaredaran ji bo Efrînê nameyeke ji Wezareta Karên Derve re nivîsandin û jê xwestin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Tirk bikeve nava liv û tevgerê.
Kampanya ji bo piştgiriya Efrînê bi pêşengiya Şaredarê Metzê Dominique Gros dest pê kir û şaredarên Vandoeuvre les Nancy, Sarreguemines, Kuntizg û Ottange yên herêma Moselle destek dan kampanyayê.
Her şaredarî nameyek ji Wezîrê Karên Derve Jean-Yves Le Drian re şand. Di nameyan bal hate kişandin ser rewşa giran a li Efrînê û hate gotin, "Êrîşa ku Tirkiyeyê bi desteka 'Artêşa Sûriyeyê ya Azad' daye destpêkirin îllegal e, li deveyî exlaqê ye, ne rewa ye û li derveyî çarçoveya hiqûqa navneteweyî ye. Kurdan di şerê Kobanê de nirxên demokratîk û mafên mirovan bi lehengî parastin.
DYA, Rûsya û hêzên din îro êrîşên rejîma Tirk ên li dijî Kurdan ji nedîtî ve tên. Fransa divê li gorî armanc û nirxên me yên gerdûnî, dest bi hewldana însanî ya ji bo nifûsa Efrînê ku hatiye dorpêçkirin bike."