Şaredariya Gavle li dijî qeyûm helwest nîşan da

Alîkara Şaredarê Şaredariya Gavle ya Swêde Gîn Akgul Hajo darbeye qeyûm a AKP'ê ya li ser şaredariyên Amed, Wan û Merdînê şermezar kir.

Helwesta li dijî darbeya qeyûm a tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê li Swêde zêde dibe.

Alîkara Şaredarê Şaredariya Gavle Gîn Akgul Hajo li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li dijî qeyûmên li ser şaredariya Amed, Wan û Mêrdînê helwest nîşan da.

Hajo li ser hesabê xwe yê facebookê peyameke dîtbar da, bi bîr xist ku li welatên demokratîk rayeya temsîlkirinê ya hilbijartiyan heye û got Erdogan ê otorîter hurmetê nade vîna gel.

Hajo diyar kir ku 3 şaredarên HDP'yê, destûbirayên partiya wê Partiya Çepgir ji peywirê hatine standin û got, ''Em li bara binpêkirina demokrasiyê û mafê mirovan bêdeng namînin. Ji ber vê em peyama piştevaniyê ji bo hevpîşeyên xwe dişînin ku zext li ser wan tê kirin û ji sê hevşaredaran re ku ji peywirê hatine standin.''

Hajo herî dawî got, ''Li ber xwe bide Amed, Wan û Mêrdîn.''