Şaredariya Örebro xwest dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bê anîn
Şaredar û midûrên şûbeyan ên bajarê Örebro yê Swêdê bomberdûman û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin û gotin, ew piştgiriyê didin gelê Efrînê û şervanên YPG/YPJ'ê.
Şaredar û midûrên şûbeyan ên bajarê Örebro yê Swêdê bomberdûman û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin û gotin, ew piştgiriyê didin gelê Efrînê û şervanên YPG/YPJ'ê.
Rêveberên Şaredariya Örebro yên ji partiyên siyasî yên cuda, ji bo bomberdûman û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar bikin, li ser kaxizan navê "AFRÎN"ê nivîsandin û daxuyaniyeke hevpar dan.
Şaredarê Örebro Kenneth Nilsson ku ji partiya Sosyal Demokrat a Karker e, tevî midûrên şûbeyan; Murad Artin ji Partiya Çep, Lennart Bondesson ji Partiya Demokrat a Xiristiyan, Per-Ake Sörman ji Partiya Navendê, Sara Richert ji Partiya Keskan a Hawirdorê daxuyanî dan û gotin, ji ber bomberdûmana dewleta Tirk al i ser Efrînê zerar li Kurd, Asûrî-Suryanî-Keldanî, Ereb, Êzidî Ermeniyan bûye û gelek sivîl mirine.
Rêveberên şaredariyê diyar kirin, xizmên gelek ji mirovên li Efrînê zerar dîtine li bajarê Örebroyê dijîn û ji bo şermezarkirina dewleta Tirk li Örebroyê çalakî hatine lidarxistin. Rêveberan gotin, "Ji ber vê yekê, weke rêveberên şaredariyê wezîfeya me ye ku di vê rewşa zor û zehmet de em alîkariyê bidin welatiyên xwe."
Rayedarên şaredariyê spasiya YPG/YPJ'ê kirin ji ber ku pêşî li çeteyên DAÎŞ'ê girtine û gotin, "Tirkiye jî di nav de gelek kom û hêzan şerê li Sûriye û Iraqê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar anîn. Lê belê bi hezaran jin û mêr (YPG/YPJ) ne ji bo xwe, lê ji bo jiyana hinekî din şer kirin. Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî dijminên Dewleta Îslamî rê li ber wê xeteriyê vedikin ku ev kom ji nû ve gefê li civakê bixwin."
Rêveberên şaredariyê yên ji her pênc partiyên siyasî ji ber vê yekê bang li hikumet û parlamenta Swêdê kirin ku mijarê bixin rojeva Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê ku dawî li dagirkeriya li Efrînê bê anîn û gel li cih û warê xwe vegere.